Sanikêyên Kirmanckî winda dibin 2016-11-14 09:22:03 DERSIM - Sanikê (çîrok) yên bi zaravayê kirmanckî tên vegotin ber bi tunebûnê ve diçin. Sanikê (çîrok) yên bi zaravayê kirmanckî tên vegotin û ji ber di cîhanê de di nava zaravayê di bin xetereyê de cih digirin ji aliyê UNESCO ya Neteweyên Yekbîyî (NY) tê parastin bi windabûnê re rû bi rû ne. Çîrokbêja 63 salî û parazvanê Sanikê ya ji Dêrsimê Selvi Işik, diyar bir ku bi taybetî di serdema ku radyo û televîzyon tune bûn sanikê ji zarokan re dihat vegotin. Işik, anî ziman ku Sanikê bi awayekî çîvanokan dihatin gotin hin ji wan zû xelas dibûn û hin ji wan jî bi saetan û bi rojan dihatin vegotin. Işik, bilêv kir ku dema Sanikê (çîrok) ji zarokan re dihatin gotin bêyî zarok aciz û zîwer bibin bi merak û sebrek mezin li van sanikê (çîrokan) gundar dikirin. BILA DI ROJÊN PÊŞ DE BÊN PARASTIN Işik, destnişan kir ku ji ber niha zêde nayên vegotin û nayên guhdarkirin sanikê ber bi windabûnê ve diçin. Işik, xwest sanikê bên parastin û wiha got: Em dixwazin zarokên me û neviyên me jî bi van sanikê mezin bibin. Em dixwazin fêr bibin û ew jî ji zarok, nevî û nevîcirkên xwe re bêjin."