Ji hunermend Yurdatapan 'Li dijî sultaya yekzilamî' straneke 'Na'yî 2017-02-04 09:22:27 STENBOL – Muzîkjen û nivîskarê besteyan Şanar Yurdatapan straneke bi muhtewaya xwe li ser "Na"yê ye nivîsand. Dê di rojên pêş de stran li ser medyaya civakî bê parvekirin. Li dijî pêvajoya referandûma guherandina Qanûna Bingehîn her diçe eniya "Na"yê xurt dibe. Piştî Piteaniya Jinê ya Narê bi ser navê "Ha ha ha Hayir" (Na na na NA) straneke amade kir û vîdeoya wê kêşa, niha jî muzîkjen û nivîskarê besteyan Şanar Yurdatapan jî straneke "Na"yî amade kir. Strana ku deqîqe û 26 saniye ye, dê di rojên pêş de vîdeoya wê bê amadekirin û li ser civaka medyayî bê parvekirin. Yurdatapan ê der barê naveroka stranê de axivî û di heman demê de di nav Hewldana Hevwelatiyê (Yurttaş Girişimi) de cih digire wiha got: "Di nav vê hewldnê de der abrê ferenadûmê de dê çi bên kirin, çima dê 'Na' bê gotin, li ser civaka medyayî divê çi bên kirin dihatin axaftin. Min temaşeyî tiştekî xweş kir ku ji aliyê civata jinan ve hatibû çêkirin. Min jî got, 'hela ez jî yekê çêbikim, dê dê çawa be?' Û min çêkir, ji hevalan re şand. Zaf ecibandin." ‘MALÊ CEMAWERIYÊ YE' Yurdatapan, wiha behsa nivîsandina stranê kir: "Pêşî li malê min di kompîturê nivîsand û wek stranê got. Me koroyê jî bi dubare bi qeydan çêkir. Li Almanyayê jî hevalekî bêyî dest bide dengê wê, sererast kir. Çend roj berê jî em tevî koroyê çûn stûdyoyê û me got. Niha ji bo weşanê amade ye." Yurdatapn, got her kes dikare li gor dilê xwe stranê bi kar bîne û wiha axivî: "Ne tiştekî bazirganî ye, malê cemaweriyê ye. Mebesta me jê ew e ku, kesên dibêjin 'Na' dixwazin çi vebêjin. Straneke ku ji bo çi dibêjin 'Na' ye." ‘SOBE DIBE SILTAN' Yurdatapn, got wan xwestiye straneke hêsan çêbikin û nexwestine gotinê dirêj bikin û wiha got: "Bi kurtasî me balê kişand ser çend tiştên bingehîn. Yanî mirov dikare bibêje wek mifteyeke ku dikare derî vebike. Yên dibêjin 'Erê' çi doxwazin, yên dibêjin 'Na' çawa hewl didin, yanî vê vedibêje. Helbet paşê biryar a wan e." Yurdatapan sedema ji bo çi ew dibêjin 'Na' jî vegot û diyar kir ku, di stranê de balê kiaşndine ser 3 xalan û wiha domand: "Li dijî şîna Memedan, li dijî çapemeniyeke şelafî, li dijî sultaye yekzilamî. Sê sedem. her tişt dikeve destê kesekî tenê. Sobe dibe siltan. Hîn jî mirov dimirin, Memed dimirin. Ji bo dawî li vana hemûyan bê, divê ev bê sekinandin. An jî serî girtiye û diçe." Yurdatapan herî dawî wiha got: "Helbet gotina 'Na' zaf zelal e... Heke ne wisa bûna min ê ev strana çênekirina."