Pêşengeha ‘Di nav mede’ hat vekirin 2017-02-04 11:30:14 ENQERE - Pêşangeha bi navê ‘Aramızda’ (Di nava me de) li Çankayayê hat vekirin. Pêşangeh li derveyê ‘hişmendiya piyasayê’ balê dikişîne ser mijarên wek ‘mirinên karkeran’, ‘qirêjiya derûdor’, ‘bajarên bê plan’ û ‘bandora neyînî ya teknolojiyê ku li mirovahiyê dike’. Pêşangeha ji aliyê Însiyatîfa Jinan (TOKÎ) ve li Galeriya Çankayayê ya Şaredariya Çankayayê hat vekirin, wêneyên tuval jî di nav de, afîş, çap û berhemên dîsîplinerî têde hat pêşandan. Ev xebat ji hêla 19 jin û merên hunermend ên ciwan ve hatiye amadekirin. Pêşangeha ku dê heya 14’ê sibatê vekirî bimîne, hunermendên bi navê Fergana Kocaduru û Semîh Çinar der barê xebatan de agahî dan. REWŞA CÎHANÊ Fergana Kocaduru di heman demê de Peywîrdara Lêkolînên Beşa Wêne ya Fakulteya Hunerên Xweşik a Zanîngeha Hacettepeyê ye û bi sernavê ‘Kent Melonkolisi’ (Melonkoliya Bajêr) beşdarî pêşangehê bûye. Kocaduru di xebata xwe de giraniyê dide rengê gewr û di wêneyên xwe de bajarên tarî, melonkolî û rûyên mirovan zêdetir derdixe pêş. Kocaduru got ku rewşa cihan têde zêdetir “rewşek gewr e” û ew girîngiyê dide vê rengê. TEKNOLOJÎ QIRÊJ DIKE Semîh Çinar li Karabukê ku ev herêm zêdetir bi fabrîkayan tê zanîn, hatiye dinê, ew jî li heman zanîngehê dixwîne. Çinar jî bi sernavê ‘Fabrika ve Gölge’ (Sî û Fabrîqe) beşdarî pêşangehê bûye. Çinar zêdetir li ser zerarên ‘Teknolojî û Fabrîqayan’ radiweste û der barê zerarên teknolojiyê de ev tişt got: “Her çendî teknolojî ji bo mirovan hin başiyên xwe hebin jî qasî ku xwezayê qirêj dike, ew qas jî bandorê li ser jiyana mirovan jî dike.” Çinar der barê fabrîqayên ku li Karabukê dûkelek zêde derdixin û karkerên li van fabrîqayan de dixebitin de jî bîranîneke xwe parve kir û ev tişt got: “Bavê gelek hevalên min ên li Karabukê karkerên fabrîqeyê ne. Rojekî hevalekî bavê min ê karker di qezayê de jiyana xwe ji dest da û piştî 3 rojan cenazeyê wî hat dîtin. Dûkeleke reş girtibû ser cenazeyê wî. Vê yekê bandorek mezin li min kir.”