‘Dê ev Qanûna Bingehîn di bin 'Na'yê de bipelixe' 2017-02-05 09:07:15 MÛGLA / ÎZMÎR - Li dijî pêşniyara Qanûna Bingehîn îtiraza qada wêjeyê didome. Helbestvan Cezmi Ersoz, diyar kir ku dê ji kokê ve çarenûsa gelan bi paş ve bibe û li gel vê lêkolîner-nivîskar Turabi Saltik jî wiha got: "Dê pergala serokatiyê û vê Qanûna Bingehîn di bin dîwarê 'Na'yê de bipelixe." Li dijî pakêta guherandina Qanûna Bingehîn a pergala Serokomartiyê jî di xwe de dihebîne, her diçe bertek zêde dibin. Helbestkar Cezmi Ersoz, diyar kir ku ji roja Tirkiye hatiye avakirin heta niha gelek caran mafên mirovan hatine binpêkirin, bi derbeyan, OHAL'an gelek caran mafên demokratîk hatine hilawistin û got, dê di referandûmê de ji kokê ve çarenûsa gelên Tirkiyeyê bi paş ve bibe û biguherîne. 'JI HEMÛ ÎKTÎDARAN YA HERÎ BITALÛKE YE' Ersoz, dest nîşan kir ku guherandina Qanûna Bingehîn ji berberîbûna partiyeke siyasî ya hêsan wirdetir, tiştekî zaf cuda ye û wiha axivî: "Hemû îktîdar zobe û çewisîner in. Ev avayiya îktîdara zorbe ya jiyana rojane dixe bin kontrolê, jinan dixe bin kontrolê ji hemû îktîdaran ya herî dawî û ya herî bixetere ye." 'EM Ê LI VAN ROJAN JÎ BIGERIN' Ersoz, anî ziman ku heke pêşniyara Qanûna Bingehîn bi "Erê" biencam bibe, dê Tirkiye ber bi tarîtiyeke ku vegera wê tune ye ve biçe û wiha domand: "Dubare vegera pergala parlementeriyê, tesîskirina veqetana hêzê hema bêje pêkaniya wê gelekî zehmet be. Dê dest û piyên me bên girêdan, ev tu wateya ya hemû yan jî qet. Em ê li van rojan jî bigerin. Di cîhanê de di warê mafên demokratîk û azadiyan de, di warê azadiya çapemenî û azadiya îfadeyê de em ew welat in ku bi lez û bez bi paş ve diçin." 'BI QETLÎAMAN CIVAK TÊ ŞÊWANDIN' Ersoz, bi bîr xist ku piştî hilbijartina 7'ê Hezîranê ji bo hikûmet li ,îktîdarê bimîne serî li cure riyê daye û wiha axaftina xwe wiha domand: "Ev gangster ji bo îktîdara xwe parçûm bikin, serî li her tiştî didin. Bi bîr bînin, li komkujiya Pirsûsê binihêrin, li komkujiya 10'ê Cotmehê binihêrin û li daxuyaniyên ku paşê hatin kirin binihêrin, resmen çavsorî bûne. Diyar bû ku dê ew teqîn pêk bên. Polîs û îstixbarat dizanibûn. Bi zanebûnî me 102 miorv winda kirin." Ersoz, piştî komkujiya 10'ê Cotmehê gotinên Serokwezîrê wê demê Ahmet Davutoglu yên "Piştî teqînê dengên me zêde bûn" bi brî xist û wiha diyar kir: "Îro li ser vê civakî doktrîna şokî tê sepandin. Tim bombe didetqin. Bi vî awayî mirov xwe neçar, bêhêz hîs dikin û xwe dispêrin hêzekê." 'VÎNA GEL GIRTÎ YE' Ersoz, dest nîşan kir ku parlementerên HDP'ê û hevşaredar girtî ne û wiha axivî: "Bi lez û bez parlementerên HDP'ê dibin. Gelo di van şert û mercan de ma dibe ku refarndûm bê çêkirin? Referandûm lihevkirineke civakiyî divê. Hevserokên HDP', parlementerên wê, hevşaredarên wê girtî ne, referandûma çi halê çi. Vîna gel hatiye xespkirin. Li gel vê rojnameger, hunermend, pêşengên rêxistinên civaka sivîl, nivîskar her kes tê binçavkirin. Îro ji ber vê axaftinê dibe ku bin jî bigirin. Qet naheyirim. Di van şert û mercan de, mirov dikare behsa vîneke azad bike?" Ersoz, dest nîşan kir ku di OHAL'ê de referandûm nepêkan e û wiha got: "Dê mirov çawa nêrînên xwe rave bikin? Ji ber tweetekê dinivîsin mirov rastî operasyonan tên û tên binçavkirin." 'LI GEL VANA HEMÛYAN JÎ BIHÊVÎ ME' Ersoz, diyar kir ku li gel vana hemûyan jî ew bihêvî ye û wiha domand: "Bi taybetî di ji derdora wêjevan, helbestvan, şanoger, rojnameger û dredora rewşenbîran 'Na'yeke mezin derkeve. Na zêde dibin. Bi derbeya 15'ê Tîrmehê re 'Erê' pir bûn, lê paşê dema mirovan dît dê meclîs ji holê bê rakirin, huqûq ji holê bê rakirin hay ji rewşê çêbûn û dest 'Na'yê kirin. Ev wisa difikirim ku hêvî heye û ne hewceye ku mirov reşbîniyê belav bike." 'DIVÊ EM WÊREK BIN Û DAKEVIN QADÊ' Ersoz, got Serokomar Erdogan hîn tam daneketiye qadê û wiha axivî: "Divê hunermend, siyasetmedar, rojnameger, saziyên civaka sivîl wêrek bin û dakevin qadê. Em ê hemû bi hev re dakevin qadê." 'ÇIMA NA' Ersoz, sedemên çima dibêje 'Na'yê wiha vegotin: "Ji bo demokrasiyê, ji bo mafên mirovan, ji bo pêş li zorbeyên olî bê rawestandin dibêjim 'Na'. Ji bo pêşeroja zarokên me, ji bo pêşeroja me hemûyan dibêjim 'Na'. Ji ber diyara dê ev çi bikin ji bo wê dibêjim 'Na'." SALTIK: DIVÊ MIROV BIÇE HEMÛ DERDORÊN CIVAKÊ Endamê Komeleya Elewî ya Demokratîk (DAD) lêkolîner-nivîskar Turabi Saltik jî dest nîşan kir ku Qanûna Bingehîn a behsa wê tê kirin li ser esasekî yekprazê hatiye çêkirin û got, ev welat di 1923 û 1946'an de jî bi qanûneke bingehîn a yekparêz hatiye birêvebirin û diyar kir ku, li Tirkiyeyê bi Qanûna Bingehîn a 1923'yan çand, ziman, baweriyên gelê kurd û gelên din ên kêmbar nehtaine hesibandin. Saltik, anî ziman ku gelên Tirkiyeyê bi salan bi kampanyayên "Bi tirkî biaxêve pir biaxive" yên yekziman, yekol û yekneteweyê ve rastî çewisandinan hatine û diyar kir ku, Qanûna Bingehîn a niha tê amadekirin jî tu ferqa wê ji ya 1923'yan tune ye. ‘DÊ EV QANÛNA BINGEHÎN PIRGIRÊKAN ÇARESER NEKE' Saltik, bi bîr xist ku sepandinên qanûnên bingehîn ên yekparêz bi derbeya 12'ê Îlonê re domandine û dest nîşan kir ku, heke di referandûmê de Qanûna Bingehîn bê qebûlkirin, dê li hemberî meclîsê tu berprisiyariyeke hikûmetê nemîne û dê li Tirkiyeyê demokrasî bi feraseteke yekparêz esas bê girtin. ‘DIVÊ MIROV BIÇE HEMÛ DERDORÊN CIVAKÊ' Saltik, anî ziman ku divê li Tirkiyeyê sosyalîst, demokrat, elewî û demokratên civakiyî tevî HDP'ê eniya "Na"yê xur bikin û wiha axivî: "Xeletî û şaşiyên AKP'ê li holê ne. Heke ev şaşî bi awayekî cidî ji gel re bên vegotin, dê gel bi dilekî rihet bibêje 'Na' û dê destûrê nede." Saltik, anî ziman ku di referandûmê de kurd faktora herî girîng a ku dê çarenûsa referandûmê diyar bikin bi xwe ne û wiha got: "Heke Qanûna Bingehîn bi vî awayî bê derbaskirin, tê wateya ku gel û bindest dê winda bibin. Ji ber vê divê gel bêjin 'Na'. Dê pergala serokatiyê û ev Qanûna Bingehîn di bin dîwarê 'Na'yê de bipelixe." Erdogan Alayumat / Sakip Yaşar - dîhaber