Hunermend dibêjin 'Na' 2017-02-05 12:24:29 STENBOL - Dengê "Na" di nava hunermendan de roj bi roj bêtir bilind dibe. Hunermen Erdogan Emir, diyar kir ku ji ber pakêta Qanûna Bingehîn li dijî hêzen jiyanê ne dibêje "Na". Lîstikvan Arzu Okay, jî anî zimanku di vê pergalê de aqilê hevpar tune û ji ber vê yekê demokrasî jî tune. Hunermend Husnu Arkan jî anî ziman ku di şertên OHAL'ê de referandum ne adîl e. Bertek û nerazîbûnên li dijî referanduma qanûna bingehîn her ku diçe zêde dibe. Li diî pakêta qanûna bingehin dengê "Na" ji her beşên civakê bilind dibe. Hunermend û lîstikvan Arzu Okay, Hunermend Erdogan Emir û Husnu Arkan, bertekên xwe anîn ziman û diyar kirin ku dê bêjn "Na" EMÎR: LI DIJÎ HÊZÊN JIYANÊ YE Hunermen Erdogan Emir, diyar kir ku ji ber pakêta Qanûna Bingehîn li dijî hêzen jiyanê ne dibêje "Na". Emîr, anî ziman ku di pêvajoya fikrê kest bibe dîktaorî û hêzên civak û xwezayê li ber çavan neyê girtin, wê demê înkar dest pê dike. Emîr wiha got: "Kulîlkek bi kulîlka din xwe pênase dike. Hebûnek bi hebûna din heye. Ger ku hebûnek hemû hebûnên din înkar bike ev li dijî rêgezên xwezaya jiyanê ye. " OKAY: EZÊ BÊJIM NA Lîstikvan Arzu Okay, jî anî zimanku di vê pergalê de aqilê hevpar tune û ji ber vê yekê demokrasî jî tune. Okay, anî ziman ku dixwazin hemû qanûn, hêz, rêveberî û vîna civakê têxin bin kontrola xwe û ji ber vê yekê ew dibêje "Na" ARKAN: Hunermend Husnu Arkan jî anî ziman ku di şertên OHAL'ê de referandum ne adîl e. Arkan ji her kesî xwest ku bêjin Na.