Ji bo parastina çand û ziman Cafeya Georgîan vekir 2017-02-06 09:10:50 KOCAELÎ - Li Kocaeliyê tercuman Ugur Buzoglu, bi armanca parastina çand û zimanê Gurcuyan bi navê “Gurcu Kafe” vekir. Zuboglu, bi cureyên xwarinê hem çandê û hem jî ziman diparêze. Zuboglu, diyar kir ku ew dixwazin dewlemendiya di cureyên xwarine de di ziman de jî hebe. Li Gebzeya Kocalî welatiyê bi navê Ugur Zuboglu ku pîşeya wî ya esil tercumanî ye, bi navê Georgian (Gurcu) Cafe kargeriyek vekir û armanc dike ku cureyê xwarina gurcuyan û zimanê gurcuyan biparêze. Zuboglu ku 6 meh berê cafe vekir, diyar ku ku li Tirkiye tatliyen Gurcuyan tenê li vir tê firotin Zuboglu, da zanîn ku li vê cafeyê hem çand û hem jî zimanê Gurcuyan tê parastin. MUTFAXEK PIR DEWLEMEND E Xwediyê Cafeyê Zuboglu ku zarokantiya xwe li Paytextê Gurcistanê Tîflisê derbas kir, diyar kir ku çanda Gurcuyan pir rengîn û dewlemend e. Zuboglu, anî ziman ku nêzî 10 hezar sal çanda mutfaxa Gurcuyan heye û wiha got: "Çanda Gurcuyan dişibe çanda Yewmen u Misiriyan. Çanda Gurcuyan li Tirkiye pir nayê nasîn. Mutfaxek pir dewlemend heye. Her çend mînakê vê xwarinê li Tirkiye tune bin jî li bajarên wekî New York, Londra û Moskova heye. Zuboglu, destnişan kir ku ji ber li Tirkiye nûnertiyek ku ziman û çanda wan a xwarinê biparêze tune bû ji ber vê yekê Cafe vekir û wiha got: "Xwarina ku min li gund dizanîbû min ew xwarin anî vir. Min xwarina gund anî bajar. Xwarinên ku min di zarokantiya de xwe de pir jê hez dikir min anî vir. EM DIXWAZIN ÇANDA GURCUYAN TUNE NEBE Zuboglu, da zanîn ku eleqeya cafeya wan baş e wiha berdewam kir: "Li vir em xwarina bi gwîz, penîr qade û gelek cureyen xwarinê em li vir çêdikin. Em dixwazin parastina çand, ziman û xwarina xwe bikin. Ez ava sêv û hirmiyan li nava hev dixim û dikelînim û dikim jel. Ev av bi salan tê parastin. Bi sedan salan ev çand hebû, lê îro winda bû. Li gundê me 16 cureyên şorbe tê çêkirin. Lê dema em li kolanê dipirsin kes nas nake. Em dixwazin hem dewlemendiya çanda xwarina xwe û hem jî dewlemendiya zimanê xwe biparêzin. Ez dikarim bi Îngilizî Rusî, Gurcî jî di navde bi 7 zimanan dikarin diyalogê çêkim. Ez dixwazim ziman û çanda xwarinê wekî hev dewlemend û rengîn bin. Elif Çetiner /Mesut Kaynar - dihaber