Tenê 2 hosteyên erbaneyê mane! 2017-02-10 09:14:20 RIHA - Li Rihayê hejmara hosteyên erbaneyê niha ji 100'î daketiya 2'yan. Hosteyên mayî jî bi gilî û gazinc in û dibêjin "qalîte kêm bûye." Erbaneya ku ji aliyê kurd û farisan di dema zikiran de ji bo rîtmê tê bikaranîn, di çanda kurdî de yek ji wan amûrên girîng e. Erbane ya ji çermê heywanan û tara wê ji dara axlemûrê tê çêkirin, di nav gel de wek defê jî tê binavkirin. Erbaneya ku berê rastî raxbeteke zêde dihat niha ji ber kêmbûna hosteyên wan qalîteya wan jî ne wek berê ye. Ji hosteyên erbaneyan Mehemt Karaca, anî ziman ku erbaneyên plastîk jî hene, lê belê wek yên ji çermê heywanan bi qalîte nabin. Karaca, got li Rihayê hejmara hosteyên erbaneyan ji 100'î daketiya 2'yan û anî ziman ku, ew ji zarokatiya xw eve erbaneyan çêdike. Karaca, got niha ji ber kêmbûna hosteyan qalîteya erbaneyan jî ketiye. TENÊ 2 HOSTEYÊN ERBANEYAN MANE! Karaca, got çêkirina erbaneyekê 3 rojên wî dixwe û anî ziman ku, di demên dawî de bi zêdebûna komên îlahiyan eleqeya ji bo defan zêde bûye. Karaca, diyar kir ku tenê 2 hosteyên ku defan çêdikin mane û wiha axivî: "Ji ber ji nifşên nû re nayê ragihandin, pîşe tê jibîrkirin. Karekî zaf zehmet e. Ji bo çêkirina defeke baş çermên karik, mî û bizinan rojekê di nav avê de tê sekinandin. Piştî ji avê tê derxistin, bi toza mîna heriyê mûyên wê jê tên kirin. Piştî karên hişkirinê dubare di nav avê de tê rawestandin. Tar tên amadekirin, helqeyên wê tên bicihkirin. Paşê jî em tara wê dixemilînin. Bi halê dawî jî em berpêşî firotinê dikin. Yên ji çerm tên çêkirin têkûztir in, lê yên plastîk ne wisa ne." Karaca, herî dawî got ew li atolyeya xwe erbaneyan difiroşe û heba wê di navbera 25-50 TL'yî de difiroşe.