Hunermend Agit Işik ê hat îxrackirin dest bi amadekariya albuma nû kir 2017-02-15 09:45:31 ÊLIH - Hunermend Agît Işik ê bi biryara KHK'ê hat îxrackirin, karê xwe yê hunere berdewam dike. Işik, li gel hat îxrackirin dîsa dest bi albuma duyemîn kir. Mamosteyê resîmê Agit Işik, piştî îlana OHAL'ê bi biryarên KHK'ê hat îxraçkirin. Işik, piştî hat îxrackirin dîsa li karê xwe yê muzîkê ku 15 salin bê mijûl dibe vegeriya. Işik ku di sala 2014'an de albuma “Lorina Sibê" derxist, niha dest bi xebatên albuma nû dike. Işik, berhem û stranên gelêrî yên herêma Hezoyê berhemên ermenî û civakî berhev kir û di albuma nû de kom kir. Işik, anî ziman ku di nava xebaten sendikayê de disa karê muzîkê kir. Işik ku 10 salin mamomsteyê resîmê ye, bi biryara KHK'ê hat îxrackirin û dîsa dest bi karê muzîkê kir. Işık ku hem karê muzîkê hem jî mamosteyê resimê bû wiha got: “Ez ji 2002'an heta niha karê muzîkê dikim. Me berê bi komekê re di dawhetan de karê muzîkê dikir. Hem dema zanîngehê û hem jî dema sendikayê mi dîsa karê muzîkê jî kir. Min bi hevkariya hevalê xwe yê muzîsyen albumek çap kir." NIHA ALBUMA KURDÎ Û ERMENÎ AMADE DIKE Işik, ani ziman ku bi piranî stranên kurdî dibêje û wiha got: "Ez li gel stranên kurdî stranên ermenî jî dibêjim. Muzîka herêmî û gelêrî ji bo min tiştekî gelek giranbuha ye. Tarzek min a xweser tune. Ji bo vê yekê hewldanek min jî tune ye. Ez çawa hîs dikim ez wisa dibêjim. Di albuma min de stranên ermenî û gelerî hene. Hemû yên herêma Hezo ye. Heta klamên dengbêjan jî hene. Işik, anî ziman ku ji karê mamostetiyê jî hez dikir, lê di jiyana wî de herî zêde muzîk serdest bû û wiha got: "Min ji mamostetiyê hez dikir, lê karê muzîkê di navenda jiyana min de cih digirt. Muzîk ji bo ez xwe nas bikim bû dîsîplînek ji bo min. Işik, da zanîn ku ji ber şertê şerê li Tirkiye bersîvek ji albuma Lorina Sibê negirt û wiha got: "Di vê pêvajoyê de me çend konser dan. Lê ji ber şertên şer zindîbûnek tune bû. Li hin cihan jî me ji bo konserê salon xwest salon nedan me. Me li cafeyên biçûk konserên biçûk dan. Niha min dest bi albuma xwe yanû kiriye. Hem helbestên min hene û hem jî stranên gelêrî hene. Nêzî 6 stran di vê albumêde cih digirin."