Newaya tembûrê ne ji têlê ji destê hoste ye 2017-02-16 11:42:32 SEMSÛR - Hostayê tembûrê ku 60 salin tembûran çêdike Mehmet Ali Sungu, niha hunera xwe fêrî çiraxê xwe Abuzer Polat Demir dike. Sungu ku vê hunera xwe ya wekî "nirxê zêrîn" pênase dike ji ber ku dewrî çiraxê xwe dike kêfxweş e. Sungu, diyar kir ku malzeme û darê bikar tîne çi dibe bila bibe ya herî girîng huner û hostatiye û dengê tembûrê ne ji têlan ji keda destan e. Huner û afirandina hilberîna tembûran li Semsûrê bi destê hosteyan hebûna xwe bi awayekî zindî diparêze. Hosteyê tembûrê Mehmet Ali Sungu ê 80 salî, 60 salên temenê xwe bi hunera çêkirina tembûran derbas kiriye. Niha vê hunera xwe ya 60 salan dewrî çiraxê xwe Abuzer Polat Demir ê 50 sali dike. Sungu hunera xwe ya 60 salan 25 salin fêrî Demîr dike û hewl dide ku vê çand û hunera ku ji bo wan wekî zêr bi qîmet e biparêze û derbasî siberojê bikin. Sungu, ku hem hosteyê tembûrê ye û hem jî bi gotinên gelêrî û deyîşan distrê di kar û hinera xwe de kontrola tembûran ya dawî dike û pêşkêşî sazbendan dike. DENGÊ HERÎ XWEŞ YÊ TÛYÊ YE Çiraxê hostatiya tembûran Polat Demir, diyar kir ku ji bo tembûrekê çêkin gund bi gund digerin û wiha got: "Em tembûrên xwe ji darên tû, şambelot, gêraz, mişmiş û gurganê çêdikin. Di nava van daran de dengê herî xweş ji tembûra ku ji dara tûyê çêdibe ye. Dîsa dara dengê wê xweş dara qaç (ardiç) e. Em bêtir tembûrên xwe ji darên tûyê çêdikin. Bêtir ji darên tû, şambelot û gurganê çêdikin. Dengê tembûrê li gorî dar û amûrên tembûrê tê guheritn. Demîr anî ziman ku zirav û stûrbuna darê kovika tembûrê bandorê li ser deng dike û wiha got: "Yên ji dardên zirav çêdibe jêre tembûra çita ya pel, yên ji darên stûr çêdibin jî ji wan re dibêjin tembûra kolandî. Tembûrên (Saz) ên Pelên Çita li gorî tembûrê kolandi bêtir xweştir in. Darên ku em wan kom dikin em hundirê wan dikolin û di qeşêrin. Kolandin û qeşartina van daran bi ked, huner û sebrek gelek mezin çêdibe. Pişti ku em hundirê darê dikolin em 5 6 mehan radiwestînin. Piştî ku tam hişk dibe em vê carê dest bi karê qeşartin û neqişandina wê dikin. Darê tembûrê ji malzemeyên din tê amadekirin. Kodika tembûrê jî ji dara tuyê ango darên din e. Çiqas kodika tembûrê raweste ew qas deng û newaya wê xweş dibe. HETA EM LI DENGÊ WÊ GUHDAR NEKIN EM BUHAYÊ WÊ DIYAR NAKIN Demîr, bal kişand ser piyaseyê û wiha got: “Di demên dawî de tembûrên hazir zêde bûne. Ev hem qîmeta tembûran dadixe û hem jî keda destan bê qîmet dike. Em nikarin berhemên destê xwe jî bifiroşin û ev pîş û hunera destan jî êdî bê qîmet dimine. Tembûrên hazir bi qasî tembûrên destan bi qalîte û deng xweş nabin. Ger ku mirov dê bi hunerê mijûl bibin divê qîmetê bidin ked û henera destan. Ji bo tembûr bêtir bi qîmet be, deng xweş beş, divê bi hunera destan çêbibe. Ji ber ku tembûra bi keda destan çedibe her tiştî tu li gorî xwe eyar dike. Her tembûra ku em çêdikin em 1-2 caran li dengê wê guhdar dikin û piştre em difiroşin. Tembûrê ku em çedikin di navbera 200 tl û 4 hezar TL de difiroşin. TEMBÛRA PÎR Demîr, anî ziman ku ew tembûrên cureyên “dede/pir" jî çêdikin û herî zêde ji Meletî, Dîlok, Riha, Amed û Antalya û dîsa ji Almanya û Firansa jî kiryar tên dikirin û wiha got: "Tembûra 'Dede-pir' bi navê Tembûrên balte jî tên nasîn. Ev tembûr ji 12 perdeyan pêk tên. Pispor û osteyê Tembûrê Sungu jî anî ziman ku ji ber Demîr ev pîşe û huner ji destî wî dewir girtiye û diparêze pir kêfxeş e û wiha got: "Min berê Tembûra 12 perde curra (dede sazi) çêdikir. Min hem lê dida û hem jî distra. Me berê her tişt bi destan çêdikir. Lê niha makîne û amûrên teknîkê derketiye kar siviktir kiriye. Berê Zimpara jî tune bû. Tembûr çiqas zirav be ew qes dengê wî xweş e. Ev tembûr ji koka dara tuyê ya 150 - 200 salî tê çêkirin. Tembûrek pir bi qimet e. Tişta deng û newaya tembûrê xweş dike ne têlin ked û hunera destan e."