Rûsya: Divê Kurd tevlî Cenevre-4 bibin 2017-02-27 12:35:58 NAVENDA NÛÇEYAN – Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Mîkhaîl Bogdanov got, divê Kurd tevlî danûstandinên Cenevre-4 bibin. Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Mîkhaîl Bogdanov, diyar kir ku pêwiste Kurd tevlî danûstandinên Cenevre-4 bibin ku ji roja Şemiyê û vir ve di bin çavdêriya Neteweyên Yekbûyî de dewam dikin. Bogdanov anî ziman ku Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî Staffan de Mîstûra bi heyetên rejîmê û mûxalîf re ji hev cuda hevdîtinan dike û ji bilî axaftina destpêkê ya civînê, Mîstûra nekariye heyetan li hev bicivîne. Serokê heyeta rejîmê Nûnerê Timî yê Sûriyeyê li Neteweyên Yekbûyî Beşşar Caferî jî diyar kir, ku de Mîstûra belgeyek radestî wan kiriye û ew ê belgeyê lêkolîn bikin. Caferî da zanîn, ku di civîna destpêkê de tenê formata hevdîtinan hatiye nirxandin. Serokê heyeta mûxalîf Nasir Harîrî jî da xuyakirin, ku tedbîr an jî gavên spesîfîk li ser pêvajoya derbasbûnê ya siyasî, hê nehatine nirxandin.