Konseya Ewropa Tirkiye hişyar kir: Ger AYM nenere dê DMME binere 2017-03-02 11:06:15 NAVENDA NÛÇEYAN - Sekreterê Giştî yê Konseya Ewropa Jagland, di ziyareta Wezarîrê Dadê Bekir Bozdag de Tirkiye hişyar kir û diyar kir ku ger Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM) li serlêdana rojnameger û parlamenteran nenere dê Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa (DMME) binere. Sekreterê Giştî yê Konseya Ewropa Jagland, di ziyareta Wezarîrê Dadê Bekir Bozdag a li Strasbourgê de Tirkiye der barê rojnameger û parlamenterên girtî de hişyar kir. Thorbjorn Jagland, diyar kir ku ger Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM) li serlêdana rojnameger û parlamenteran nenere dê Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa (DMME) binere. Jagland, anî ziman ku mafê girtiyan heye ku serî li Dadgeha Mafên Mirovan binere û ger AYM nekeve dewrê dê DMME têkeve dewrê.