Di teqîna li Tigrîtê 11 kes mirin 41 kes birindar bûn 2017-03-16 09:47:44 NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî agahiyên hatin bi destxistin, li navçeya Tikrît a Selahedîna Iraqê teqînek pêk hat. Di teqînê de 11 kes hatin kuştin û 41 kes jî birîndar bûn. Qeymexamê Tikrîtê Umer Tariq diyar kir ku wesayîteke bombebarkirî li Cadeya Pizîşkan hat teqandin. Tariq, da zanîn ku li cihê ku bombe teqiya, gelek nivîsgehên pizîşkan û dermanxane hebûn û ji cihên herî qerebalix a vî bajarî ye û ji ber vê yekê jî gelek kesan ji vê teqînê zirar dîtin. Endamê Komîsyona Ewlehiya Parêzgeha Selahedînê Mehdî Takî Amirlî jî diyar kir ku li gorî amarên herî dawî, di teqînê de 11 kesan jiyana xwe ji dest dane û 41 kes ji birîndar bûne.