DYA Tirkiye hişyar kir: Rêzê nîşanî mafên mirovan bidin 2017-03-17 10:10:05 NAVENDA NÛÇEYAN - Berdevkê Wezareta Karên Derve ya DYA'yê Mark Toner di civînek çapemeniyê de Tirkiye hişyar kir û xwest rêz û hurmetê nîşanî mafên mirovan bidin. Berdevkê Wezareta Kanên Derve yê DYA'yê Mark Toner di civîna çapamenî de bersiva nivîseke rojnameya Washîngton Postê ku li Tirkiyeyê maf û azadî tê binpêkirin û li dijî muxalifan guman hene bersivand û got: "Amerîka demeke dirêj e mijara azadiyên sereke hem di hevdîtinên xwe yên taybet û hem jî ji daxuyaniyên xwe yên raya giştî de tîne ziman û Tirkiye jî di nava vê de ye. Em bang li Tirkiyeyê dikin ku rêzê neşanî îfadeya azad, ewlehiya darazandina adil, daraza serbixwe û mijarên azadî yên sereke bidne." Mark Toner di berdewamiya axaftina xwe de anî ziman ku Em bangî Tirkiyeyê dikin ku rêzê li van bigire û ji sazkirina van bila teşwÎq bike. Wekî din baweriya me zêde bi îfadeya azad tê. Derkirina îfadeyê medya jî di nav de em piştgiriya hemû azadiyan dikin. Her çiqas axaftina azad mirov car caran aciz û rehetsiz bike jî ev ji bo xurtkirina demokrasiye baş e."