Wezîrê Alman: Tirkiye soza xwe negirt 2017-03-18 11:42:59 NAVENDA NÛÇEYAN - Wezîrê Karên Derve yê Almanyayê Sîgmar Gabriel, diyar kir ku Hikûmeta Tirk di mijara rojnameger Deniz Yucel de soza xwe bi cih ne anî û wiha got: "Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan hêj darizandina Yucel dest pê nekiriye çawa îdia dike ku terorîste?" Wezîrê Karên Derve yê Almanyayê Sigmar Gabriel bi zimanekî hişk Tirkiyeyê rexne kir. Gabriel fikarên xwe yên der barê azadîbûna darazê ya li Tirkiyeyê de anî ziman. Li gorî nûçeya Deutsche Welle tirkî Gabriel destnîşan kiriye ku Tirkiye sozên derbarê rojnamevanê girtî Deniz Yucel de di hevdîtinên bi dîplomatên alman re negirtiye û wiha got: "Eger Tirkiye wekê Serokomar Erdogan îdia dike dewletekê hiqûqê ye wê demê çawa Erdogan hêj darizandina Yucel dest pê nekiriye dizane Denîz terorîst û ajan e û vê yekê çawa îdia dike?" Wezîr, ji kovara Der Spiegelê re axivî û got: "Hikûmeta tirk tevî soz dayîna xwe hêj tu dîplomatên alman bi Deniz Yucel re hevdîtin pêk ne aniye. Eger em bi soza Serokwezîrê Tirkiyeyê jî êdî bawer nekin ev jî xeyal şikandine." Piştî hevdîtina Serokwezîrê Tirkiyeyê Binali Yildirim bi hevkara xwe Angela Merkel ya di 8'ê Adarê de hatibû diyarkirin ku nûnerên Wezareta Karên Derve yê alman dikarin serdana Yucel bikin. Yucel, 27'ê Sibatê ve bi îdiaya "Propagandaya rêxistinê kiriye" hatibû girtin û şandibûn Girtîgeha Silivriyê ya Stenbolê. Hikûmeta Almanyayê piştî girtina Yucel ji bo hevdîtina bi Yucel re li rêyên dîplomatîk digere.