Nasrullah: Tirkiye li Sûriyeyê têk çû 2017-03-20 10:48:41 NAVENDA NÛÇEYAN- Sekreterê Giştî yê Hîzbullahê Seyyîd Hasan Nasrullah der barê Tirkiye, Fransa, Îngilistan û komên çekdar ên ku wekî dijminê Sûriyeyê pênase dike de got ku têk çûne û bêhêvî ne. Sekreterê Giştî yê Hîzbullahê Seyyîd Hasan Nasrullah, bi munasebeta Roja Jinên Misilman ên Cihanê ya ku rojbûna Hz. Fatma ye axivî bal kişand geşedanên li ser Lubnan û herêmê. Nasrallah di axaftina xwe ya Yakindogu hatiye weşandin de wiha tê gotin: "Ên ku ji xwe re dibêjin 'Dostên Sûriyeyê' û di bin vî navê di hatin cem hev komplo li Sûriyeyê kirin. Di nava du mehan de hesab kirin qey dê srdest bin. Niha li pêşiya wan rastiyeke bi êş heye. Bêhêvîtî û têkçûn. Ev welat hemû têk çûn. 6 salan bi milyar dolarên cihana ereb hate xerckirin. Tirkiye, Fransa û Îngilistanê pere xerc nekirin. Pereyên cihana ereb hatin xerckirin. Ev pere ji bo xizaniya li cihana ereb, birçîbûna li Somaliyê ji holê rakin dikaribû bihata xerckirin. Bi hezaran kes ji bo Sûriyeyê hilweşînin û wan ji navenda berxwedanê derxînin hatin şer. Lê îro encam ji bo wan diyar e, bêhêvîtî û paşveçûn." 'KOMÊN ÇEKDAR FEM KIRIN KU HATINE XAPANDIN' Nasrallah bal kişand li ser komên çekdar ên li Sûriyeyê wiha axivî: "DAIŞ, li Iraqê hate dawiya emrê xwe. Ji bo wan li Sûriyeyê pêşerojekî siyasî û leşkerî nema. Êrîşên întixarê encama têkçûna stratejîk û leşkerî ye. Ev tol e, ne şer e. Pêşeroja DAIŞ û Nusrayê ev e. Nusra îro ji aliyê hemû kesan ve tê bombekirin. Amerîka, Rûsya, Tirkiye bom be dike. Eniya Nusrayê fêm kir ku piştî ku Sûriye tune kir ew jî tên tunekirin. Niha di ferqê de ye ku Amerîka wan dixapîne. Projeya emperyalîst a ku xwesti li Sûriyeyê desthilatdar be têk çû û Sûriye bi ser ket. DAIŞ, NUsra û komên din têk diçin. Niha tenê pirsgirêke demê heye. Komên di ên muxalîf jî di navbera sefaretxaneyên biyanî û serwîsên îstixbaratê diçûn û tên di destên hin welatan de dîl in." Nasrallah diyar kir têkçûna DAIŞ'ê di heman demê de têkçûna Îsrailê ye.