Mîmarê 'Îna Bixêr' jiyana xwe ji dest da 2017-03-21 10:56:40 NAVENDA NÛÇEYAN - Mîmarê aştiya Îrlandayê fermandarê berê ya ÎRA'yê Martin McGuinness ji ber nexweşiya dil jiyana xwe ji dest da. Fermandarê berê yê IRA'yê Martin McGuinness ê ku ji bo pirsgirêka Bakurê Îrlandayê bi riyên siyasî û aştiyane bê çareserkirin roleke mezin lîst jiyana xwe ji dest da. McGuinnessê 66 salî destpêka serê salê dej ji siyasetê berdabû. Hate hînbûn ku siyasetmedarê navdar hate ji ber nexweşiyeke dil a kêm tê dîtin jiyana xwe ji dest daye. Mirina McGuinness ji aliyê Rêberê Sinn Feinê û hevalê wî yê dozê Geryy Adams ve hate ragihandin. Adams têkîldarî mirina McGuinness wiha got: "Martîn di jiyana xwe de bi biryarbûn û rûmeteke mezin nîşan da. Di nexweşiya xwe da demeke kurt berdewam kir de jî helwesta wî heman helwest bû. Ji bo ku aştî pêk bê welatê wî careke din bibe yek bêsekn xebitî." MARTIN MCGUINNESS KÎ YE? Martin McGuinness û Gerry Adams di 2002'yan de Peymana Îna Bixêr pêk anî bû. McGuinness hê di 21 saliya xwe de fermandarê duyemîn ê ÎRA'yê bû. Yek ji fermandarên ku li dijî Îngilistanê çalakiyên bi bandor plan kir bû. Di pêvajo derbas bû de jî di hevdîtinên aştiyê de bû navekî sereke. McGuinness di 1998'an Peymana Îna Bixêr a ku şerê li Îrlandayê bi dawî kir de bi Îngilistanê re muzakere kir. Piştre jî wekî rêberên Sinn Feinê di dilê siyasetê de cih girt.