Serokomarê Almayayê: Erdogan her tiştî dixî talûkeyê! 2017-03-22 16:45:23 BERLÎN - Serokomarê Almayayê yê nû Frank Walter Steinmeier, di axaftina xwe ya destpêkê de bang li Serokomarê Tirkiyeyê Erdogan kir û wiha got: “Tu her tiştî dixî talûkeyê.” Serokomarê Almayayê yê nû Frank Walter Steinmeier, piştî hilbijartinan axaftina xwe ya destpêkê kir. Steinmeier, di axaftina xwe de Serokomarê Tirkiyeyê Tayîp Erdogan rexne kir. Steinmeier wiha got: “Serokomar Erdogan tu hemû tiştên ku te û yên din ava kiriye dixî talûkeyê. Em bi fikar temaşehî hilweşîna hemû destkeftiyên k udi 10 salan de hatine bi destxistin dikin.” ‘DENÎZ YUCEL BERDIN’ Serokomarê Almanyayê ji Erdogan xwest ku rêz nîşanî azadiya rojnamegeran bide û Denîz Yucel serbest berde. Serokomarê Almanyayê di axaftina xwe de got ku kesek li dijî Tirkiyeyê “bi xurûr” nîne “mamostetiya aqil” nake û darbeya 15’ê Tîrmehê şermezar kir.