Almanya li dijî Barageha Încirlikê li qada alternatif digere 2016-11-26 10:58:24 BERLÎN - Artêşa Alman, piştî Barageha Leşkerî ya Încirlikê her tim dibe qirîz li berlînê li barafehên alternatif digere. Wezareta Parastina Almanya duh têkildarî Barafeha Leşkerî ya Încîrlîkê ya li Almanyayê daxuyanî da. Wezaretê da zanîn ku ji bo lêkolînan dê biçe Ammanê û Li gorî nûçeya Rojnameya Bild li gel Urdun li Kuveyt û Kibrisê jî di nava lêgerinê de ye. Li gorî agahiyên Wezareta Parastina Alman Artêşea Alman ku li Barageha Încirlikê bi cih bûne, tu planên wan ên şênber ku balafirên keşîfê yên Tornado neklî cihekî din bike tune ye. Berdevk, anî ziman ku niha tu sedema ku yekîneyên Alman xwe ji barageha Încîrlîkê paşve bikişîne tune ye. Hat zanin ku li ser helwesta şirîkê Hikûmeta Alman ê Partiya Sosyal Demokrat Alman ketiye nava lêgerînek wisa. Piştî meclisa Alman “Komkujiya Ermeniyan" erê kir di nava Alman û Tirkiye de rageşî derketibû. Ji ber rageşiya di navbera Enqere û Berlin hikûmeta tirk demek dirêj destûr nedabû ku parlamenterên Alman Încîrlikê ziyaret bike.