Serokê Komîsyona Karên Derve yê PE'yê: Guhertin dê Tirkiyeyê ji Ewropayê dur bixe 2017-03-27 11:40:23 NAVENDA NÛÇEYAN- Serokê Komîsyona Karên Derve yê PE'yê Elmar Brok diyar kir ku guhertina Qanûna Bingehîn dê Tirkiyeyê ji Ewropayê dur bixe. Serokê Komîsyona Karên Derve yê Parlamnteyoa Ewropayê (PE) û Parlamenterê Yekîtiya Demokratên Xiristiyan a (CDU) Almanyayê Elmar Brok têkildarî bikaranîna dengan a li seferatxaneyên Tirkiyeyê yên li Amlanyayê daxuyanî da. Brok ê ji rojnameya Neue Osnabrücker Zeitungê re axivî diyar kir ku guhertin dê Tirkiyeyê ji Ewropayê dur bixe. Brok ê bi gotina "Gelê Tirkiyeyê dê nebe aligirê sîstema serokdewletiyê ya hundirê demokrasî û dewleta hiqûqê vala dike" hêviyên xwe anî ziman diyar kir ku îktidara rêbertiya Serokomar Tayyîp Erdogan dixwaze rayeyên parlamentoyê rake û serbixwebûna darazê ji holê rake. 'NIKARE BIBE ENDAMÊ YEKÎTIYA EWROPAYÊ' Brok destnîşan kir ku qebûlkirina sîstema hikûmeta serokdewletiyê dê Tirkiyeyê ji Ewropayê dur bixe û wiha berdewam bike: "Tirkiye bi guhertina qanûna bingehîn ve dê bibe dijberê pîvanên Ewropayê û nikare bibe endamê Yekîtiya Ewropayê."