Desteserkirina şaredariyên DBP'î di rojeva Komîsyona Venedîkê de ye 2017-03-30 12:24:03 AMED - Piştî hewldana darbeya 15'ê Tîrmehê mijara tayînkirina qeyûman li şaredariyên DBP'î û girtina hevşaredaran di rojeva Konseya Ewropayê de ye. Piştî hewldana darbeya 15'ê Tîrmehê mijara tayînkirina qeyûman li şaredariyên Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) û girtina hevşaredaran di rojeva Konseya Ewropayê (KE) de ye. Kongreya Rêveberiyên Herêmî û Cihî ya Ewropayê (KRHCE) ya ku ji endamên meclîsa giştî ya bajar û şaredarên Konseya Ewropayê pêk tê têkîldarî mijarê biryar û biryara tavsiyeyê bi pir dengiyê girt. JI KOMÎSYONÊ NÊRÎN HAT XWESTIN Biryara ku di civîna KRHCE ya Strasbourgê hat girtin de ji Komîsyona Venedîkê ya ku dezgeha pispor a mijarên qanûna bingehîn e hat xwestin ku têkîldarî mijarê raporê amade bike. Li gorî nûçeya Deutsche Welleyê Komîteya Pêşîlêgirtina Muamaleye Xirab û Îşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) jî xwest ku îdiayên wekî "Li Tirkiyeyê li dijî bijartiyên herêmî yên girtî ne muameleya xirab, tecrîd û bi awayeke sîstematîk li girtîgehên durî malên xwe tên girtin" bên lêkolînkirin. STARGEHÊN JINAN HATIN GIRTIN Di biryarê de Ji Koma Pisporên Têkoşîna Şîdeta li Hemberî Jinan a Navmalbatî û Şîdeta li Hemberî Jinan (GREVIO) ya di bin banê Konseya Ewropayê jî hat xwestin têkîldarî girtina stargehên ku ji aliyê qeyûmên hatine tayînkirin "bi taybetî baldar" tevbigere. Di biryarê de tê gotin ku dê rewşa Hevşaredara Dersimê Nurhayat Altun a ku endama KRHCE ye heta ku pêvajoya qanûnî bi encam bibe bê şopandin. Nurhayat Altun di cotmeya 2016'an de piştî civîna li Strasbourgê vegeriya bû di 16'ê mijdara 2016'an de hatibû girtin. Di biryara pêşniyarê de tê gotin ku rêveberên herêmî bi piranî bi sûcdarkirina "terorîzmê" hatine girtin, e pênasekirina "terorîzmê" ji aliyê dezgehên Konseya Ewropayê, Yekîtiya Ewropayê û rêxistinên navneteweyî ve tê rexnekirin û berovajî pêkanîna li gelek welatên ku endamên Konseya Ewropayê ne. 'TU DELÎL TUNEYE' Ji raportorên KRHCE yê Tirkiyeyê parlamenterê Swedê Anders Knappe diyar kir ku li Tirkiyeyê rêveberên herêmî yên li girtîgehan wekî "terorîst" tên pênasekirin lê tu delîlên ku "terorîstbûna" wan îspat bike jî li holê tuneye. Raportorê din ê parlamenterê Holandayê Leendert Verbeek jî diyar kir ku bi tayînkirina qeyûman ve "demokrasiya herêmî hatiye tunekirin" û sûcdarkirina rêveberan bi "terorîzmê" ji ber hin axaftinên wan nayê qebûlkirin. PÊŞNÛMEYÊN TIRKIYEYÊ HATIN REDKIRIN Di dema dengdanê de heyeta Tirkiyeyê hin pêşnûmeyên cuda dan lê hemû pêşnûmeyên wan hatin redkirin. Di nava van de pêşnûmeya ku li pişt hewldana darbeya 15'ê Tîrmehê de "FETO/PDY" heye jî hebû.