YE: Ji bo penaberan me 676 milyon û 600 hezar avro da Tirkiyeyê 2016-11-28 16:21:10 NAVENDA NÛÇEYAN- YE'yê daxuyand ku ji b penaberên Sûriyeyê heta niha 676 milyon û 600 hezar avro dane Tirkiyeyê û têkîldarî vê lîste weşand. Parlamentoya Ewropayê (PE) piştî ku biryara rawestandina muzakeyerên bi Tirkiyeyê re girt mijara penaberan careke dan hate rojeva raya giştî ya cihanê. Piştî biryarê Serokkomar Tayyîp Erdogan gotina "ê ku 3 milyon penaberan xwedî dike em in, we sozê xwe bi cih neanî. Li min binêre heke zêde biçin em ê deriyên sînoran heta dawî vekin vî bizanibin" bi kar anîbû. Yekîtiya Ewropayê (YE) daxuyand ku ji bo penaberên ji Sûriyeyê hatine 676 milyon û 600 hezar avro dane Tirkiyeyê. Di lîsteya li malpera Komîsyona Ewropayê hat weşandin de cih dan alîkariyên ku ji fona Buroya Alîkariya Mirovî ya Koma Ewropayê. Di lîsteyê de fonên ku tê plankirin bidin Tirkiyeyê cih digirin. Fona ku projeya wî hatiye amadekirin 2 milyar û 239 milyon û 542 hezar avro, fona ku aliyan li hevkirin milyarek û 615 û 252 avro ye. Li gorî peymana penaberan a di navbera YE û Tirkiyeyê de di 2016'an de biryara 3 milyar , di 2017'an de 3 milyar avro hatibû dayîn. Erdogan di axaftina xwe ya ku di 3'yê cotmehê kiribû de gotibû ku YE'yê 179 milyar avro daye. Li gorî daneyên YE'yê alîkariya herî zêde di çarçoveya Bernameya Zadê ya Cihanê de ji bo xwarina penaberên Sûriyeyê 278 milyon û 400 hezar avro bû. Di lîsteyê de dîsa tê gotin ku bi daxwaza Bernameya Xwarinê ya cihanê de ji bo penaberên Sûriyeyê yên li kampan dijîn 32 milyon avro jî tê dîtin. Alîkariya duyemîn a muzen a YE'yê jî bi daxwaza UNICEF'ê ji bo perwerdehiya zarokên Sûriyeyê 33 milyon û 300 hezar avroyê hatiye dayîn e. Di belgeyan de tê gotin ku bi daxwaza Komîseriya Bilind a Penabebarna Neteweyên Yekbûyî jî ji bo ewlehiya penaberan 28 hezar milyon avro hatiye dayîn. YE'yê alîkariyên ku çarçoveya peymana di navbera IPA û meqamên tirk hatine kirin de jî weşand. Li gorî vê yekê di 4'ê nîsana 2016'an de ji bo pêdiviyên penaberên ji yewnanistanê vegeriyane hatine Tirkiyeyê 12 milyon avro hatiye dayîn. Di çarçoveya peymana di navbera IPA û Wezareta Perwerdehiya Neteweyî da hatiye kirin jî 90 milyon avro ji ba Wezareta Tenduristiyê jî 120 milyon avro hatine dayîn. ERODGAN GOTIBÛ 179 MÎLYON AVRO HATIYE Serokomar Tayyîp Erdogan di vekirina Meclîsê de di 3'yê cotmehê de gotibû ku YE'yê 179 milyon avro daye. Erdogan wiha gotibû: "Aha YE. Dibêjem, piştre ji min aciz dibin. Soz dan. 3 milyar avro gotin lê ya ku hat 179 milyon avro ye. Ji me re nayê ji bo penaberan tê. Dem diqede. Qaşo dê 3 mîlyar avro dîsa bidana. Axxx ax. Soz didin lê bi cih naynin. Em ê peywira xwe ya mirovî û wijdanî bi cih bînin."