Esad: Êrîş exmeqane û bêberpirsyarî ye 2017-04-07 15:22:30 NAVENDA NÛÇEYAN- Ji Ofîsa Serokdewletê Sûriyeyê Beşar Esad têkîldarî êrîşa ku DYA'yê kir di daxuyaniya hat dayîn de êrîş "bêberpirsyarî û exmaqane" hate nirxandin. Ji Ofîsa Serokdewletê Sûriyeyê Beşar Esad têkîldarî êrîşa ku Dewletên Yekbûyî ya Amerîkayê (DYA) daxuyanî hat dayîn. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Ev ya ku DYA'yê kiriye li hemberî rastiyan korbûna siyasî û leşkerî nîşan dide. Nêzîkatiyekî bêberpirsyarî û exmaqane ye. Ev êrîkariyê bi biryarbûna me ya hedefgirtina terorîstan û li cihê ku hene xurtkirina xebatên me zêdetir kir."