Rejîma Îranê di salekê de 140 kurd darve kirin 2017-04-12 10:05:29 NAVENDA NÛÇEYAN - Rêxistina Efû ya Navneteweyî (Amnesty International) rapora sala 2016'an a der barê binpêkirina mafên mirovan û darvekirinê de aşkere kir. Rêxistina Efoyê diyar kir ku herî zêde li Îranê mirov hatine darvekirin. Rêxistinê diyar kir ku 1031 mirov hatine darvekirin. Di nava kesên hatin darvekirin de jê 140 kurd hatin darvekirin. Rêxistina Efû ya Navneteweyî (Amnesty International) raporta salane ya 2016'an eşkere kir. Li gorî vê raportê di temamiya cîhanê de hejmara îdaman kêm bûye. Rêxistina Efoyê dazanîn ku di sala 2016'an de 1031 kes hatine darvekirin. Li gorî raporê hejmara welatên ku cezayê bidarvekirinê girtine di 2016'an ji 61'an daketiye 55'an. Li gorî raporê, herî zêde li Îranê mirov hatiye darvekirin û 567 kes hatine darvekirin. Li Erebistana Siûdî 154 kes, li Iraqê 88 û li Pakistanê jî 87 kes hatine darvekirin. Ji aliyê din ve li gorî Rêxistina Lêborînê ya Navneteweyî, dibe ku li Çînê hejmara bidarvekirinan ji welatên din zêdetir be, lê ji ber ku di destê wan de dane tune. Îranê 140 kurd darve kirin Rejîma Komara Îslama Îranê di 2016'an de bi tohmet û hincetên cûda 138 kurd darve kirin. Li gorî agahî û daneyên mafên mirovan ji 21 Adara 2016'an hetanî 21 Adara 2017'an 138 girtiyên kurd li zîndan û bajarên cuda yên kurdan û Îranê hatine îdamkirin.