Katî Pîrî: Em bi fikar li benda AGÎT’ê ne 2017-04-16 21:41:22 NAVENDA NÛÇEYAN - Piştî YSK’ê pusulayên dengan ên bê mohr qebûl kir û şûnde Raportorê Parlamentoya Ewropa (PE) yê Tirkiyeyê Katî Pîrî diyar kir ku ew bi fikar li benda rapora AGÎT'ê ne. Di hilbijartina îro de bi hezaran pusulayên dengan bê mohra YSK'ê hat tespîtkirin. YSK'ê li ser îtîrazê diyar kir ku ew bi vî rengî qebûl dikin. Referanduma ku li Yekîtiya Ewropa bû mijara niqaşê, Raportorê Parlamentoya Ewropa (PE) yê Tirkiye Kati Pirî di hesabê Twitterê de daxuyanî da û Piri, diyar kir ku hem di milê "Erê" de û hem jî di milê "Na" de serkeftin bi dest xistine. Pîrî, anî ziman ku ew ji rapora AGÎT'ê bi fikar li bendê ne.