Schulz: Encaman nîşan da ku Erdogan Tirkiye nîne 2017-04-17 08:58:59 NAVENDA NÛÇEYAN - Serokê Parlamentoya Ewropayê yê berê û Serokê Giştî yê SDP a Almanyayê Martin Schulz, têkîldarî encamên referandumê şîroveya "Encaman nîşan da ku Erdogan ne Tirkiye ye" kir. Serokê Parlamentoya Ewropayê yê berê û Serokê Giştî yê Partiya Demokratên Civakî ya Almanyayê (SDP) Martin Schulz ê ku bi twitterê peyamek parve kir bal kişand li ser têkoşîna demokrasiyê. Schulz der barê encamên referandumê de şîroveya "Encama deqedeq a di referandumê de nîşan da ku Erdogan ne Tirkiye ye" kir. Schulz di çarçoveya encamên ku derketine holê de banga berdewamkirina têkoşîna demokrasî û mafên mirovan kir. MUTZENICH: TIRKIYE BÛ 2 PARÇE Serokwekîla Koma Meclîsê ya SDP'ê Rolf Mutzenich jî diyar ku ku encamên referandumê Tirkiye kiriye 2 parçe. Mutzenich diyar kir ku divê AKP encamên referandumê bi berfirehî binirxîne û guhertinên qanûna bingehîn careke din li ber çavan derbas bike. Mutzenich bal kişand ku pêvajoya referandumê di şert û mercên azad û adil de derbas nebûye. Mutzenich ê ji Deutsche Welleyê re axivî got ku encama ku derketiye holê nîşan daye ku gel bi piranî naxwaze di sîstema siyasî de guhertin bê kirin, piştgiriyê nade vê yekê. Mutzenich nîqaşên darvekirinê careke din anîna rojevê jî rexne kir û diyar kir ku dê Tirkiye ji Ewropayê zêdetir dur bikeve.