Wezîrê Avusturyayê: Referanduma welatekî perçebûyî çêkir 2017-04-17 09:10:18 NAVENDA NÛÇEYAN - Wezîrê Derve ye Avusturyayê Sebastian Kurz di şîroveya xwe ya referanduma Tirkiyeyê de diyar kir ku referandum welatekî perçebûyî çêkir. Wezîrê Derve ye Avusturyayê Sebastian Kurz, têkildarî encama referanduma Tirkiyeyê nirxandin kir û referanduma Tirkiye welat perçe kiriye. "Hevkariya welatên Yekîtiya Ewropayê bi Tirkiyeyê re di pêşerojê de wê rewşeke tevlîhevtir çêbike." Sebastian Kurz li ser hisabê xwe yê medya civakî yê Twitterê encamên referanduma Tirkiyeyê şîrove kir. Kurz di peyama xwe de got: "Li gorî encamên dawî yên referandumê welatekî perçebûyî hat çêkirin. Danûstandinê welatên Yekîtiya Ewropayê wê bi Tirkiyeyê re têkevin nava tevlîheviyê."