Merkel xwest Erdogan berpirsyariyên xwe bi cih bîne 2016-11-30 09:12:06 BERLÎN- Seroka Almanyayê Angela Merkel bang li Serokamar Tayyîp Erdogan kir û xwest ku di peymana penaberan de berpirsyariyên xwe bi cih bîne. Seroka Almanyayê Angela Merkel, bang li Serokamar Tayyîp Erdogan kir û xwest ku di peymana penaberan a ku Yekîtiya Ewropayê û Tirkiyeyê îmza kiriye de berpirsyariyên xwe bi cih bîne. Merkel piştî hevdîtina xwe ya bi Serokê Maltayê Joseph Muscat ve pêk anî di civîna çapemeniyê de diyar kir ku peymana penaberan û bi taybetî jî têkoşîna li dijî bazirganiya mirovan ji bo herdu aliyan jî baş e. Merkel got ku Tirkiye jî wekî Ewropayê hevparekî pêbawer a peymanê ye. ERDOGAN: ME HÊ JÎ NEGIRTIYE Serokomar Tayyîp Erdogan di daxuyaniya xwe ya duh dabû de gotibû Yekîtiya Ewropayê muzakereyên bi Tirkiyeyê re dixe zehmetiyê lê Tirkiyeyê hê ev lênûsk negirtiye.