'Axa' Castro dê bibin noqteya destpêka şoreşê 2016-11-30 11:36:27 NAVENDA NÛÇEYAN- "Axa" Rêberê Şoreşa Kubayê Fîdel Castro îro dê bi karavanê ve ji Havanayê ber bi bajarê Santiago de Cuba ve derxînin rê. Bi vî rengî dê axa Castro dê biçe noqteya destpêka şoreşê ya ku li dijî Fulgencio Batista di 1959'an de. Rêberê Şoreşa Kubayê Fîdel Castro di 1'^Çileya 1959'an de li bajarê Santiago de Cubayê li dijî rêveberiya Batîsta dest bi têkoşîna serkeftinê kiribû. Castro dema ku bi ri, puro û cilên xwe yên leşkerî ve di 8'ê çileyê hatibû Havanayê ji aliyê deh hezaran kesan ve hatibû pêşwazîkirin. Rêberê Kubayê ku jiyana xwe ji dest da dê niha jî rêwitiya berovajî bike. Axa Castro dê di 3'ê kanûnê de bigihîje Santiago de Cubayê û di 4'ê kanûnê de jî merasîma cenaze bê lidarxistin. JI EWROPAYÊ TSIPRAS BEŞDAR BÛ Beriya ku Rêberê Kubayê derxînin rêwîtiya xwe ya dawî li Havanayê merasîma bîranînê hat lidarxistin. Li sed hezaran kesên ku Qada Şoreşê ya Havanayê tijî kirin dirûşmên "Bijî şoreş" "Fîdel" berz kirin. Di merasîmê de Serokdewletê Kubayê Raul Castro axivî û ji gelek deverên cihanê jî lîder beşdar bûn. Ji parzemîna Ewropayê Serokwezîrê Yewnanistanê Alexis Tsipras beşdarî merasîmê bû. Serokdewletê Venezuelayê Nicolas Maduro, Serokdewletê Meksîkayê Enrique Pena Nieto, Serokê Yewnanistanê Alexis Tsipras, Serokdewletê Afrîkaya Başûr Jacob Zuma û Serokdewletê Ekvadorê Rafael Correa beşdarî merasîmê bûn.