OPEC li dijî krîzê dicivin 2016-11-30 12:40:27 VÎYANA - Rêxistinên Welatên ku Petrolê Îxrac dike, li dijî erzaniya qîmetê petrolê, ji bo nirxên petrolê niqaş bikin li hev kom dibin. Rêxistina Welatên Petrolê Îxrac dikin (OPEC) piştî 8 salan ji bo hilberîna petrolê kêm bikin, di meha îlonê de peyman îmze kiribûn. OPEC, bi armanca bunayê petrolê niqaş bikin û sedema erzaniya qîmetê petrolê lêkolîn bikin dê li Viyana civînê pêk bînin. 14 welatên ku hilberîna petrolê dikin dê bicivin. Endamê herî dewlemend ê OPEC'ê Suudi Arabistan, dixwaze Îran û Iraq jî beşdarî peymanê bibe. Heta niha niqaşên ku bêtir nêzî hev bibin pêş neketiye. Welatê Sûûdî Erebîstan ku ji sedî 72 çavkaniya debarê petrolê ye, valahiya butçeya Suudî Arabistanê ya aboriyê di 2015’an de 98 milyar dolar e. Di piyasa navnetewiyê de bunayê bîdona petrolê daxistin 46.48 dolaran. DI 2 SALAN DE BUHA DUQAT ERZAN BÛ 2 sal berê buhayê bîdon (warîl) a petrolê 110 dolar bû, lê îro buhayê bîtona petrolê duqaz erzan bû. OPEC ji bo bi DYA û Rûsya re têkeve reqabetê hilberîn kêm nekirin û buhayê petrolê daxistin. Welatên OPEC'ê di meha îlone de peyman îmze kiribûn ku rojê 32.5 û 33 milyon warîl petrol hilberînin. Herî zêde Venezuella ku yek ji endamê OPEC’ê ye ket nava qeyrana aborî. Li Venezuelayê enflasyon derket ji sedî 150-200. Biryara ku îro OPEC bide dê hemû welatên cîhanê yên ku petrole dikirin bi bandor bike.