Fransa ji bo hilbijartina serokomar diçin ser sindoqê 2017-04-23 08:30:21 NAVENDA NÛÇEYAN - Ji bo hilbijartina Serokkomarê 11'emîn ê Komara Pêncemîn, ku di sala 1958'an de hate ragihandin, 47 mîlyon hilbijêr deng didin. 1,3 mîlyon ji van hilbijêran li derveyî Fransayê dijîn. Ji bo hilbijartina serokomarê Firansayê dengdayînê dest pê kir. Li hin cihan ji ber cudahiya demê dengdanê duh dest pê kir. Dengdana li Fransayê jî saet di navbera 08:00-19:00 de tê kirin. Li hin bajarên mezin wê dengdan heta saet 20:00 dewam bike. Li herêmên aliyê din ê deryayê; Gûadeloûpe, Gûyane, Martînîqûe, Saînt-Barthêlemy, Saînt-Martîn, Saînt-Pîerre et Mîqûelon û Polynêsîe Françaîse, dengdanê duh dest pê kir. Li Rêûnîon, Mayotte û Noûvelle Calêdonîe jî deng îro tê dayîn. Encam wê ji saet 20:00 û pê ve bên eşkerekirin Di vê hilbijartina bi giştî 11 namzet ji bo serketinê li ber xwe didin, 66 hezar 546 sindoq hatine danîn. Li Fransayê, hê mafê hilbijêran nîne ku bi rêya înternetê yan jî nameyê dengê xwe bidin. Hilbijêrên li derveyî welat jî, tenê ji bo hilbijartinê neçar in biçin lokalên hilbijartin. Li Fransayê, ku di sala 2015'an de zêdeyî 230 kes ji ber êrîşên DAIŞ'ê û El Qaîdeyê jiyana xwe ji dest dan, 50 hezar polîs û 7 hezar leşker, ji bo ewlekariya hilbijartinê tedbîran digirin.Tê payîn, encamên hilbijartinê bi girtina sindoqan re piştî saet 20:00 bên eşkerekirin. Li gorî hemû anketên 2 mehên dawî, ji nava 11 namzetan namzeta rastgiriya tund Marîne Le Pen û namzetê lîberal-navendî Emmanûel Macron ji tûra duyemîn re dimînin. Rêjeya dengên van her du namzetan di navbera 22-25'an de xuya dike.