Çakmak: Çepgirên Ewropa winda dikin 2017-04-25 09:07:56 ENQERE- Pisporê têkiliyên navnetewî Haydar Çakmak hilbijartinên Fransayê nirxand û anî ziman ku ji ber tevgerîna sermayeyê ya ku li hemberî çepgiriyê nîşan dide, li Ewropayê çepgirî winda dike. Li tevahiya cîhanê krîza pergalê û şerên xwe didin der, dibin sedema pêşveçûyîna siyaseta rastgiriyê. Li DYA'yê piştî hilbijirîna Trump, di gelek hilbijartinên li Ewropayê de jî siyaseta rastgir hildipere. Li Fransaya ku êrîş lê hat kirin û OHAL lê hat îlankirin, di hilbijartina dawîn a Serokomartiyê de ji 9 namzetan, niha hilbijartin di navbera pêşengê Tevgerîna Meşê ya rastgir Emmanuel Macron û pêşengê Partiya Eniyê ya Netewî ya rastgir Marine Le Pen de didome. Ji ber di tûra ewilîn de kes derneket pêş, hilbijartin ma tûra duyemîn. Dê dengdayîna tûra duyemîn di navbera her du namezetên rastgir de pêk bê. DM MACRON BI SER KEVE Pisporê Têkiliyên Navnetewî Haydar Çakmak ê ku hilbijartinên li Fransayê nirxandin, parast ku encamên hilbijartinê ne suprîz in û got, ji eniya netewî Marine Le Pen ji zûv de ye di nav siyasetê de û wisa dixuyê ku dê di tûra duyemîn de teqez Emmanuel Macron bi ser keve. SIYASETMEDARÊN CIWAN TÊN SER KAR Çakmak, bi bîr xist ku Macron berê li Hollanê di kabîneya Holand de Wezaretiya Darayî û Alîgiriya Sekreteriya Giştî kiriye. Çakmak, parast ku di hilbijartinê de Holand piştevaniya Macron dike û wiha got: “Niha mumkun e ku mirov ji çepgiriya navendî li benda hin sepandinan be. Macron xwe li navendê bi cih dike. Partiyên navendî li dijî pergala heyî bi awayekî cidî natêkoşin. Macron, wead dike ku ew ê li Fransayê revîzyonê bike. Ya duyemîn, di heman demê de Macron wek alîgirê YE'yê tê xuyakirin. Bîrbiriyeke ku dê YE'yê hêzdar bike diafirîne. Der barê Tirkiyeyê de jî, partiyên navendî dixwazin Tirkiye girêdayî YE'yê be. Naxwazin ji cîhana rojavayî dûr bikeve. Macron siyasetmedarekî ciwan e û dê siyasetmedarên ciwan li gor siyasetmedarên kev bi awayekî azadtir tevbigerin. Ev baş hay ji Şerê Duyemîn ê Cîhanê tune ne. Siyasetmedarên ewropî yên nifşê berê, Şerê Cîhanê yê Duyemîn jiya bûn. Li Avûstûrya û Holandayê siyasetmedarên ciwan hatin ser kar. Vîzyona vana wek a siyasetmedarên berê tam ne kûr e. Dê sepandinên wan hinekîc uda bin, lê dê ne pir tundraw bin. Piştî Macron bê hilbijartin dê bi kî re bixebite, dê bi sosyalîstan re bixebite? Wisa dixuyê ku dê bi rastgir û çepgiriya navendî re bixebite. Min li bernameya wî nihêrî. Bernameya wî ne bernameyeke aqilberdayî ye. Di 2'yê Adarê de bernameya xwe weşandibû." FATÛREYA ŞERT Û MERCÊN ABORIYÊ LI ÇEPGIRIYÊ HAT BIRÎN Çakmak, diyar kir ku sedema ku çepgirî li Ewropayê winda dike, bûyerên şidetê yên di demên li Ewropayê diqewimin, lê belê li gel vê fatûreya şert û mercên aboriya ku ber bi nebaşiyê ve diçe jî, li siyaseta çepgiriyê tê birîn. Çakmak ê îdia kir ku "Çepgirî tenê ne ji ber bûyerên terorî, di warê aborî de jî piştevaniya ji bo wê dihat kirin winda kiriue. Aboriyê baş bi rê ve nebir" wiha axivî: "Çepgirî soza başkirina şert û mercên jiyanê û xebatê dide derdora xebatkar. YA LI ROJAVAYÊ NE WEK A ME YE KU TU TIŞTEKÎ DERHUQÛQÎ BIKÎ Li gel vê, derdora sermayeyê û kardêr jî serî li hemberî vê rakirin. Kardêr radibin ser piyan. Çepgirî, li hêlekê hewl dide ku derdorekê memnûn bike, li hêla din jî ew û derdoreke din radipelikin hev." Çakmak, diyar kir ku Macron jî bi vê rewşê dizane û weada ku dê di bazirganiya navxweyî û dervede reqabeta navxweyî ji holê rabike daye û mînaka Çînê daye. Çakmak wiha axivî: "Zimanekî trumpvarî bi kar tîne. Binihêrin, dê Trump roja xwe ya 100'emîn pîroz bike, lê tu sozên xw ebi cih neaniye. Heke li wir tiştekî derhuqûqî bike, dê dadgehê vê rawestîne. Ne wek ya me ye. Di pergala Ewropayê de kesek nikare li gor serê xwe bêje ez ê van tiştan bikim."