Parlamentoya Ewropa ji KE'yê zîrveya taybet a Tirkiye xwest 2017-04-27 12:29:43 NAVEDA NÛÇEYAN - Nerazûbûnên Ewropa yên li dijî Qanûna Bingehîn ku pergala parlamenteriyê li Tirkiye bi dawî bike û erkên Erdogan zêde dike didomin. Parlamentoya Ewropa ji Konseya Ewropayê (KE) zîrtevaya taybet a Tirkiye xwest. Nerazîbûn û bertekên welatên Ewropa yên li dijî encama referandumê didomin. Li ser helwesta Tirkiye û dirêjkirina OHAL'ê Meclisa Parlamenteran a Konseya Ewropayê (MPKE) der barê Tirkiye de biryara pêvajoya venêrtinê da. Niha jî Parlamentoya Ewropa (PE) ji Konseya Ewropa (KE) xwest ku zîrveya taybet a Tirkiye pêk bînin. Nûnerê CNN Turk ê Brukselê Guven Ozalp, diyar kir ku di civina duh a rûniştina Tirkiye ya PE'yê de komek parlamenteran xwest muzakereyên bi Enqere re bên rawestandin. Ozalp, anî ziman ku Raportora Tirkiye ya Parlamentoyê Kati Pirî jî anîbû ziman ku qanûna bingehîn a di referandumê de hat qebûl kirin rê li pêş pergala “otoriter” vedike bi vî rengî berdewama muzakereyan ne pêkan e." MPKE'ê jî di 25'ê Nîsanê de biryar girt Tirkiye têxin bin venêrtina siyasî. Cîgirê Serokê Komîsyona Yekîtiyê Valdis Dombrovskis jî xwest Erdogan helwesta xwe ya dixwaze Tirkiye bibe endamê YE'ê ya na zelal bike. Dombrovskis anî ziman ku di aliyê demokratîkbûna Tirkiye de di nava fikaran de ne û wiha got: "Divê serokomar Erdogan helwesta xwe zelal bike ku dixwaze Tirkiye bibe endamê YE'yê ya na. Dîsa hevsariya li ser nelihevkirina di navbera Tirkiye û YE'ê ya li ser penaberan û koçberan girîng e. Fikarên me yên mezin hene. Lê dîsa gelek qadên ku em bi hevre bixebitin hene. Ev girêdayî helwesta Tirkiye ye."