Di kana madenê ya Îranê de 54 karker mirin 2017-05-04 13:00:35 NAVENDA NÛÇEYAN - Li parêzgeha Gulîstanê ya li Îranê kana madenê teqiya.Di teqîna kanê de 54 karkeran jiyana xwe ji dest dan û 70 karker jî birîndar bûn. Li Îranê gelek karker ji ber şert û mercên giran jiyana xwe ji dest didin. Li parêzgeha Gûlîstanê ya Bakurê Rojhilatê Îranê di encama teqîna kana madenê de 54 karkeran jiyana xwe ji dest dan û 70 karker jî birîndar bûn. Ajansên nûçeyan yên Îranê ragihandin ku di dema teqînê de 35 karker ku di kana madenê de kar dikirin 33 ji wan jiyana xwe ji dest dan. Piştî teqînê 21 karkerên din ku bi hewara wan ve diçin jî jiyana xwe ji dest dan. Bi vî awayî hêjmara karkerên jiyana xwe ji dest dane digihije 54 kesan. Ajansên nûçeyan yên Îranê li ser navê berpirsên Wezareta Kar ya Îranê ragihandin ku nêzîkê 70 karker jî birîndar bûne û veguhestine nexweşxaneyan.