Piştî Almanyayê niha jî Belçîka: Ji bo darvekirinê em ê desturê nedin dengdanê 2017-05-07 13:17:23 NAVENDA NÛÇEYAN- Serokwezîrê Belçîkayê Charles Michel, li Tirkiyeyê li ser îhtimala ku ji bo cezaya darvekirinê referandum bê kirin diyar kir ku ew ê desturê nedin dengdanê. Serokwezîrê Belçîkayê Charles Michel, li Tirkiyeyê li ser îhtimala ku ji bo cezaya darvekirinê referandum bê kirin diyar kir ku ew ê desturê nedin ku li nûnertiyên li Belçîkayê deng bê avêtin. Têkîldarî mijarê berdevkên partiyên Herêma Flaman jî belavokeke hevpar weşandin. Di belavokê de wiha hat gotin: "Li ser cezaya darvekirinê ya ji nû ve bê referandumek pêk anîn li dijî hemû nirxên em bawer dikin e. Ji ber vê yekê jî li Belçîkayê ji bo referandumekê bi vî rengî bê astengkirin û pêşiyê bigirin em ê serî li hemû riyên qanûnî bidin. Serokomar Tayyîp Erdogan ji bo cezaya darvekirinê bixe qanûna bingehîn ger ku referandum pêk bê em naxwazih li Belçîkayê tirk dengên xwe bavêjin." Hewldaneke bi vî rengî ji Almanyayê jî hatibû. Hikûmeta Almanyayê daxuyandibû ku ger li Tirkiyeyê ji bo cezaya darvekirinê referandumek pêk bê ew ê desturê nedin li nûnertiyên welatê wan deng bê avêtin. Berdevkê Hikûmeta Almanyayê Steffen Seibert, li Berlînê di civîna asayî ya çapemeniyê de peyama "Di mijara tedbîrekî derveyî qanûna me ya bingehîn û nirxên Ewropayê li Almanyayê pêkanîna referandumê di warê siyasî de nikare bê fikarindin."