Ji Îran ji Erebistana Suîdê re: Jibilî Mekke û Medîneyê em ê cihê ewle nehêlin 2017-05-08 10:01:57 NAVENDA NÛÇEYAN- Wezîrê Parastinê yê Îranê Huseyîn Dehkan têkîldarî gotinên Wezîrê Parastinê yê Sûidî Muhammed Bîn Selman a ji bo Îranê ya "divê em şer bibin hundirê sînorê Îranê" bi gotina "em ê jibilî Mekke û Medîneyê cihên ewle nehêlin" nerazîbûn nîşan da. Wezîrê Parastinê yê Îranê Huseyîn Dehkan ê ji televîzyona El Mînarê ya Lubnanê axivî gefa "Ger ku Erebistana Sûidî li hemberî Îranê bikeve nava hewldaneke leşkerî ya exmaqane li vî welatî jibilî bajarên pîroz em ê cihên ewle nehêlin" xwar. Dehkan pirsa "Erebistana Sûidî gelo dikare şer bibe hundirê sînorê Îranê" nirxand û wiha got: "Erebistana Sûidî dê vî karî çawa bike nizanim. Ji bo ku nekevin nava hewldanên bi vi rengî exmaqane hişyar dikim. Lê ger ku bikin jibilî Mekke û Medîneyê em ê ciheke ewle nehêlin." Wezîrê Parastinê yê Sûidî Muhammed Bîn Selman hefteya borî di kanelekî tevelîzyonekî de gotinên "Hê şer negihiştiya hundirê axa Erebistana Sûidê divê bibin hundirê axa Îranê" bi kar anîbû. Rêveberiya Tehranê li ser gotinên Wezîrê Sûidî, Erebistana Sûidî li Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî gilî kiribû.