Qedexeya DYA'yê danî li Ewropayê belav dibe 2017-05-08 12:29:28 NAVENDA NÛÇEYAN - Qedexeya qebînê ya ku DYA'yê pêk anî welatên Ewropayê belav dibe. Komîsyona Ewropayê ji balafirgehan xwest ku rojên pêş ji bo qedexeya ku dibê pêk bê amadekarî bê kirin. Komîsyona Ewropayê ji bo ji balafirgehên Ewropayê seferên li Dewletên Yekbûyê yê Amerîkayê (DYA) pêkanîna qedexeya elektronîkê dest pê bike ferman da ku amadekarî bê kirin. Li gorî agahiyên ku Komîsyona Ewropayê ya ku daye Komîsyona Balfirgehên Navneteweyî ya wekî ACI tê zanîn tê plankirin ku qedexe hefteya borî dest pê bike. Hate hînbûn ku detay dê di 11'ê gulanê de Civîna Ewlehiyê ya Esmangeriya Komîsyona Ewropayê de bê diyarkirin. Ligel ku dîroka qedexeyê diyar nîne jî balafirgeh û şîrketên riyên hewayî dê di vî mijarê de rewîyên balafiran bên agahdarkirin. Li balafirgeran rêwî dê têkîldarî qedexeyê bên agahdarkirin.