Li Yemenê 115 kes ji ber şewbê mirin 2017-05-15 10:07:56 NAVENDA NÛÇEYAN - Komîteya Xaça Sor a Navneteweyî, der barê Şewba Kolera ya li Yemenê daxuyanî da û diyar kir ku ji ber şewba kolerayê 115 kes mirin bi hezaran însan jî nexweş ketine. Komîteya Xaça Sor a Navneteweyî, têkildarî Şewba Kolera daxuyanî da û diyar kir ku di hefteya dawî de li Yemenê 51 kes ji ber şewba kolerayê jiyana xwe ji dest dan û heta niha 8 hezar û 500 kes jî nexweş ketine. Şefê Komîteya Xaça Sor a Navneteweyî Domînîk Stillhart di daxuyaniya xwe ya li paytextê Sana ya Yemenê de got. "Niha em bi şewbeke cidî ya kolerayê re rû bi rû ne. Li gorî doneyên Wezareta Tendirustî ya Yemenê hejmara kesên ku ji kolerayê jiyana xwe ji dest dane gihîşte 115 kesan." Domînîk Stillhart di berdewamiya axaftina xwe de got: "Tenê di hefteya dawî de hejmara yemeniyên ku ji ber şewba kolerayê jiyana xwe ji dest dan gihîşte 51 kesî, 8 hezar û 500 kes jî ji ber şewbê nexweş ketine. Belavbûna vê şewbê tenê ne ji tunebû ava paqij, xwarin û enfeksiyonên bakteriyel e. Ev şewb hê zêdetir e." Li gorî Rêxistina Tendirustî ya Cîhanê Yemen jî wekî Sûriye, Sudana Başûr, Nîjerya û Iraqê yek ji welatê ku herî zêde rewşa wê ya însanî xirab e û pêwistiya wê bi alîkariya însanî heye.