Gabriel: Ger Tirkiye fikra xwe neguhere em ê leşkerên xwe ji Încîrlîkê vekişînin 2017-05-17 11:06:54 NAVENDA NÛÇEYAN - Derbarê krîza Încîrlîkê ya ku ji ber destur ji parlamenterê Alman re ne hat dayîn carekdin destpêkir de Wezîrê Karên Derve yê Almanyayê Sigmar Gabdiel daxuyaniyek da û wiha got: “Ger Tirkiye fikra xwe neguhere em ê leşkerên xwe ji Încîrlîkê vekişînin." Wezîrê Karên Derve yê Almanyayê Sigmar Gabriel, ji ber Tirkiyeyê destûr neda parlamentere Alman bikeve Încîrkilê rexne kir. Gabriel ji Rojnameya Neue Osnabrucker Zeitung re derdarê rojevê de axivî û diyar kir ku ger Tirkiye bixwaze mijara Încîrlîkê wekî amûreke polîtîkayê bikar bîne dê ev paşde li wan vegere. Gabriel derbarê pirsa mijara paşdekişandina leşkerên Alman a li Încîrlîkê de wiha got: “Artêşa Alman a ku artêşa parlamentoyê ye di têkoşîna bi DAÎŞ’ê re alîkariyek mezin dike. Ev ne tenê daxwaza me ye, daxwaza şirîkên NATO’yên ên wekî DYE’yê ye jî. Tirkiye wekî ku niha dike Încîrlîkê wekî amûreke polîtîkayê bi kar bîne dê encamên baş dernekevin holê. Kî di mijara mafê xwespartinê ya qanûna bingehîn a Almanyayê wekî şantaj li dijî me bikar bîne, dê bi Almanyayek granit re rû bi rû bibe. Me berê jî destû neda vê yekê û em ê niha û di pêşerojê de jî destûr nedin.” Gabriel, bi van hevokan axaftina xwe domand: “Ger li Încîrlîkê îmkana xebatek bimantiq tunebe-ziyareta parlamenteran a ji bo leşkerên alman jî di nav de-wê demê divê em alternatîfan li ber çavan bigirin. Ji bo em deriyan ji Tirkiyeyê re negirin di nava mehên dawî de me her tişt kir. Ligel ku heqaret li me kirin jî me her tim hewl da riyên têkiliyê yên bi hikûmeta tirkiyeyê re vekirî bihêlin. Lê her tim bêyî hincetek bê nîşandan hemwelatiyên Almanyayê dê bên girtin û dê alîkariya konsolosê bê astnegkirin, destûr neyê dayîn ku welatiyên Almanyayê ji Tirkiyeyê derbikevin, zext li parlamentoya Almayayê bê kirin wê demê ev tê wateya ku tehemûl gihiştiye sînoran. Ez hêvî dikin ku hikûmeta Tirkiyeyê di rojên pêşde fikrê xwe biguhere. Ger fikrê xwe ne guhere bêguman dê parlamentoya Almanyayê leşkerên xwe li Tirkiyeyê vekişîne.”