Anketa muhafazekarên ewropa: Bila Tirkiye nexin YE'yê 2017-05-19 10:39:50 NAVENDA NÛÇEYAN - Muhafazekarên ewropa yên di Parlamentoya Ewropa (PE) de xwedî koma herî mezin in, der barê endamtiya Tirkiye de anket çêkir. Di anketê de piranî beşdar li dijin ku Tirkiye bibe Endamê Yekîtîya Ewropa (YE). Endamên Partiya Gel a Ewropa (EVP) ya muhafazekarên ewropa ku di Parlamentoya Ewropa (PE) de xwedî koma herî mezin in, der barê endamtiya Tirkiye ya Ewropa de anketa cemaweriyê çêkirin. Di anketê de derket holê ku beşdarên anketê bi piranî li dijin ku Tirkiye bibe endamê YE'ê. Li gorî Rojnameya Bild Deutsche Welle Tirkî, di anketa di nava welaten YE'ê de hat kirin beşdar dixwazin muzakereya bi Tirkiye re bê rawestandin û bi dawîkirin. Li gorî encama anketê ji sedî 77 naxwazin Tirkiye bibe endamê Yekitiya Ewropa. Li Almanya beşdarên anketê ji sedî 86, li Holanda ji sedî 84 naxwazin Tirkiye bibe endamê YE'ê. Di anketê de welatê herî kêm li dijî endamtiya Tirkiye ye Îspanya ye û îspanya ji sedî 60 dijberin. Serokê Koma Partiya Gel a Ewropa Manfred Weber encama anketa Rojnameya Bild nirxand û diyar kir ku gelê Ewropa dixwaze di aliyê siyasetê de dawî li muzakereyên bi Tirkiye re bîne. Weber anî ziman ku Partiya Gel a Ewropa jî dixwaze ku dawî li muzakereyên bi Tirkiye re bîne. Partiya Gel a Ewropa li welatê Almanya, Fransa, Îrlanda, Îtalya, Hollanda, Polonya, Romanya, Swed û Îspanya anket çêkirin û ji her welatekî Hezar kes beşdarî anketê bûn.