Suudî Erebistan dê bi 110 mîlyar dolaran çekan ji DYA bikire 2017-05-21 12:19:41 NAVENDA NÛÇEYAN - Heyeta DYA'yê ya dibin Serokê DYA'yê Donald Trump de, Suudî Erebistan ziyaret kir. Di roja yekem a ziyaretê de peymanên hevkarîya leşkerî hatin îmze kirin. Di peymanê de dê Suudî Erebîstan bi bihayê 110 milyar dolar çekan ji Amerîka bikire. Wezareta Derve ya Amerîkaşê daxuyanî da û diyar kir ku peyman û hevkariya leşkerî û xizmetên leşkerî, dê ewlekarîya Suudî Erebîstan û welatên kendavê jibo demek dirêj ji gefên Îranê biparêze. Li gorî peymana leşkerî, Suudî Erebistan dê çekên ji Amerîka bikire û dê li ser 5 xalan peyman bê îmzekirin. Peyman dê li ser ewlekarîya sinoran, şerê lidij terorê, ewlekarîya deryayî û peravan, pêşxistina hêzên ezmanî û berevaniya esmanî û rokêtan. Trump ku yekem car tê Suudî Erebîstan ziyaret dike û dê du rojan li Erebistanê bimîne. Dê gelek peymanên din jî bên îmzekirin. Piştî peymana leşkerî di navbera Trump û şahê Erebistanê Şah Selman de hat îmzekirin, wezîrên derve yê Amerîka Rex Tillerson û hevpîşeyê wî yê Suudî Adel bin Ahmed Al-Jubeir, di prêskonferansekê de amdae bûn, heta amadekirina vê nivîsê prêskonferans ya berdewam bû, herdu wezîran bersiva pirsên rojnamevanan da.