Li Îngilîstanê di konsere de teqîn: 22 kes mirin 59 kes birîndar bûn 2017-05-23 07:25:25 NAVENDA NÛÇEYAN - Li qada konsere ya Manchester a bajarê Manchestera Îngîlîstanê teqînek pêk hat. Li gorî agahiyên polîsên îngîlîstanê dane 22 kesan jiyana xwe ji dest dan û 59 kes jî birîndar bûne. Li Arenaya Manchestera a bajarê Manchester a Îngilîstanê ku 21 kesan digire nava dema hunermend Arîana Grande ya Amerîkî konser dida teqînek pêk hat. Polîsên îngilîz diyar kirin ku di teqîna saet 22.35 (TSİ 00.35) ya herêmî pêk hat de 22 kesan jiyana xwe ji dest daye û 59 kes jî birÎndar bûne. Di daxuyaniya ji aliyê polîsan ve hat dayîn de hat diyarkirin ku erîşek terorî ye. Wezîrê Karê Hundir ê Îngilîstanê jî civînek awarte pêk anî. Hat diyarkirin ku teqîn ji cihê qada konsere dûr li cihê vekirî ku welatî lê hene pêk hatiye. Koma îmhekirina bombeyan a hat cihê bûyerê piştî du teqînan paket abi şüphe a li Bexçeyên Cathedralê ye bi awayekî bikontrol teqandin. ŞAHIDAN VEGOT Kesên li konserê bû dan zanîn ku dema Arîana Grande strana xwe ya dawî got teqînek pêk hat, dengê teqînê hat bihîstin û hemû kes direviyan. SErokê Metroya Lîverpool aBajar Steve Rotheram, di röportaja dayî BBC de wiha got: “Ez bi hevjîn û keça xwe re li qadê bûm û li cihê em lê diman 20-30 birîndar hebûn.” Şahide bûyerê Catherine Macfarlane yê ji ajansa nûçeyan a Reutersê re axivî jî wiha got: “Em derdiketin derve hêj em ber derî bûn teqînek mezin pêk hat û hemû kes diqêriyan.” SEROKWEZÎRÊ ÎNGILÎSTANÊ: POLÎS WEKÎ ÊRÎŞA TERORÊ DIBÎNE Serokwezîrê Îngılîstanê Theresa May, derbarê teqînê de daxuyaniyek da û bi lêv kir ku polîs êrîşê wekî êrîşeke terorê dibîne û ji bo hemû dane bên zelalkirin em dixebitin. Çavkaniyên serokwezîrtiyê dan zanîn ku May, kampanyaya ku ji bo hilbijartina giştî ya dê meha pêş bê kirin paşxistiye û dê ji civîna ku îro bê lidarxistin de serokatiyê bike. Serokê Partiya Karkeran a muxalefeta îngilîstanê Jeremy Corbyn bûyer wekî “bûyerek bi êş” nirxand wiha got: “Fikrên me ligek komên lezgîn ên tendirûstiyê û kesên ji bûyerê bi bandor bûne ne.”