'Heke riyên dîplomatîk bi dawî bibe dê mudaxaleya leşkerî bê kirin' 2016-11-15 09:38:39 NAVENDA NÛÇEYAN - Endamê Komîteya Parastinê ya Parlamentoya Iraqê û Şewirmendê Ewlehiya Neteweyî yê berê Muvaffak El Rubaî têkîldarî nêzîkatiyên Tirkiyeyê ya ji bo Iraqê nirxandina "Heke ku ji bo Tirkiye helwesta xwe biguherîne riyên dîplomatîk bi dawî bû, hikûmeta Iraqê dê li dijî hebûna leşkerî ya tirk muxadaleya leşkerî pêk bîne" kir. Krîza di navbera Tirkiye û Iraqê berdewam dike. Endamê Komîteya Parastinê ya Parlamentoya Iraqê û Şewirmendê Ewlehiya Neteweyî yê berê Muvaffak El Rubaî yê ji IraqaNewsê re axivi têkîldarî nêzîkatiyên Tirkiyeyê ya ji bo Iraqê nirxand. Rubai nirxandina "Heke ku ji bo Tirkiye helwesta xwe biguherîne riyên dîplomatîk bi dawî bû, hikûmeta Iraqê dê li dijî hebûna leşkerî ya tirk muxadaleya leşkerî pêk bîne" kir. Rubai diyak kir ku Parlamentoya Iraqê beriya demekî di rûniştinên xwe de ji bo ku sînorên Mûsilê bê parastin û pêşiya mudaxaleya biyaniyan bê girtin biryar girtiye û wiha got: "Heke ji bo ku Tirkiye helwesta xwe biguherîne hemû riyên dîplosamiyê bi dawî bibe, hikûmeta Iraqê ji bo ku pêşiya tecawiza Enqereyê ya li dijî welat bê girtin dê mudaxaleya leşekî bê kirin."