Li Kabîlê êrîşa bombeyî: Mirî û birîndar hene 2017-05-31 09:20:02 KABÎL - Li Kabîlê li herêma ku avahiyên serokdewletiyê û nûnertiyên welatên biyanî hene wesayîtekî bombebarkirî hate teqandin. Di êrîşa ku tê fikirîn Talîbanê kiriye de hate hinbûn ku gelek mirî û birîndar hene. Li Kabîl a Afanistanê li herêma ku avahiyên serokdewletiyê û nûnertiyên welatên biyanî hene wesayîtekî bombebarkirî hate teqandin. Hate hinbûn ku di êrîşê de bi dehan mirî û birîndar hene. Ajansa Associated Press (AP) a Amerîkayê ragihand ku herî kên 50 mirî û birîndar hene. BBC'ê ragihand ku li cihê bûyerê gelek kesên di nava xwînê de mane hene û polîsan qat ji hatin û çûyînê re girtî ne. Al Jazeerayê jî ragihand ku cihê ku êrîş pêk hatiye girîng e û yek ji cihên Kabîlê yê herî qerebalix e. Tê texmînkirin ku êrîş ji aliyê talîbanê ve hatiye kirin û rêxistinê di demên dawî de êrîşên xwe zêdetir kiriye.