Erdogan ji NATO’yê piştgirî negirt 2017-05-31 11:57:58 NAVENDA NÛÇEYAN - Hat diyarkirin ku pêşniyara Serokê Giştî yê AKP’ê Erdogan a "bila civîna NATO ya 2018’an li Stenbolê bê lidarxistin" hatiye redkirin. Çavkaniyeke ji NATO’yê wiha got: “NATO naxwaze ku wekî pişgiriyê dide polîtîka navxweyî ya Tirkiyeyê bê dîtin.” Hat diyarkirin ku pêşniyara Serokomar Recep Tayîp Erdogan a bila civîna NATO ya 2018’an li Stenbolê bê lidarxistin hatiye redkirin. Li gorî nûçeya ronameya Alman Die Welt a ji çavkaniyên NATO’yê girtine, piştî daweta Erdogan a ji bo civîna NATO’yê, ji aliyê gelek welatên NATO’yên yên wekî Almanya, Fransa, Hollanda û Danîmarkayê ve hatiye redkirin. Çavkaniyên NATO’yê wiha got: “Tirkiye ji bo îtîbara xwe ya navneteweyî bêhtir bike û NATO naxwaze ku wekî pişgiriyê dide polîtîka navxweyî ya Tirkiyeyê bê dîtin.” MIJAR DI 25’Ê GULANÊ DE HAT ROJEVÊ Di nûçeya Deutsche Welle Tirkî de, ligel di nava NATO’yê de biryarek fermî nehatibe girtin jî, di bingeh de ji bo civînê Stenbol hatibû diyarkirin lê ev biryar hatiye guhertin. Hat diyarkirin ku mijar cara yekemîn ji aliyê Serokê DYA’yê Donald Trump ve 25’ê Gulanê di Civîna NATO’yê ya Brukselê de aniye rojevê. BELÇÎKA JI MALOVANIYÊ RE AMADE YE Welatên ku naxwazin civîn li Tirkiyeyê bê pêkanîn, ji bo hevdîtinê Bruksel pêşniyar kirin. Çavkaniyên NATO’yê dan zanîn ku ev pêşniyar ji 18 welatên Rojavayê Ewropayê û Kanadayê piştgirî digire. Li gorî nûçeyê, Belçîkayê jî diyar kiriye ku ew amadene pêşengiyê ji civîna 2018’an a Brukselê bikin. Die Welt, 2018’in yaz aylarında yapılması planlanan zirve için nihai kararın Haziran ayında toplanacak NATO savunma bakanları toplantısında alınmasının beklendiğini yazdı.