Di kongreya DYA’yê de ji parêzvanên Erdogan re ceza hat xwestin 2017-06-07 09:49:49 ENQERE - Di dema ziyareta Erdogan a ji bo DYA’yê de parêzvanên wî êrîşî girseya kurd kiribûn, kongreya DYA’yê derbarê mijarê de nokteya dawî danî. Kongreyê xwest ku parêzvanên êrîşî kurdan kirine bên cezakirin. Kongreya DYA’yê derbarê êrîşa parêzvanên Serokomar Erdogan ên di dema ziyareta Washingtonê de li dijî kurdan daxuyniyek da. Demokrat û komarparêz ji bo biryarê li hev civiyan, derbarê bûyera di 17’ê Gulanê de pêk hat û 11 kes birîndar bûn de wiha gotin: “Hinek peywirdarên ewlehiyê yên Tirkiyeyê, êrîşî çalakvanên bê çek kirin.” Di biryara ku bûyer hat şermezarkirin de wiha hat gotin: “Hemû peywirdarên ewlehiyê yên tevlî bûyerê bûne divê di bin qanûnên DYA’yê de bên lêpirsînkirin û derbarê wan de tişta pêwîst bê kirin.” PARÊZVANÊN ERDOGAN ÊRÎŞ KIRIN Di dema ziyareta Erdogan a 17’ê Gulanê ji bo DYA’yê de, li ber Baregeha Wezaretxaneya Tirk çalakgerên ku xwestin Erdogan şermezar bikin, rastî êrîşa komek kesên ku di nava wan de parêzvanên Erdogan jî hebûn gatin. Piştî êrîşa ku parêzvanên Erdogan bi aktif tevlî bûn de siyasetmedarên DYA’yê bertek nîşanî Tirkiyeyê dabûn. Tirkiyeyê jî meqamên DYA’yê bi gotina ewlehî ne girtine sûcdar kir.