Almanya xwevekişandina ji Încîrlîkê erê kir 2017-06-07 14:34:10 BERLİN - Lijneya Wezîran a Alman xwevekişandina Barageha Leşkerî ya ji Încîrlîkê erê kir. Lijneya Wezîran a Almanya xwe vekişandina barageha leşkerî ya ji Încîrlîkê erê kir. Wezîrê Parastinê ya Alman Ursula von der Leyen, aşkere kir ku Yekîneya Leşkerî vekişandina ji Încîrlîkê plan kiribû û wiha got: "Lijneya Wezîran a Alman ev plana Yekîneya leşkerî erê kir. Leşkerên Alman bi biryara Meclîsa Federal şandibûn Încirlikê. Berê dihat aşkerekirin ku tenê hikûmet biryarê bide bes e. Lê niha ji ber Hêzên Leşkerî yên Alman jî di nava parlamentoyê de ye divê hikûmet wê jî tev li biryara parlamentoyê bike. Raportorê Hêza Çekdar a Meclîsa Federal Hans-Peter Bartels, berî biryarê daxuyanî da û diyar kir ku ji ber biryara der barê încîrlîkê de parlamentoyê jî eleqeder dike divê parlamenter jî tev li biryarê bibin. Wezîrê Parastina DYA'yê der barî biryara Încîrlîkê de şirove nekir.