Li Somaliyê êrîş pêk hat 70 kes hatin kuştin 2017-06-09 09:11:47 NAVENDA NÛÇEYAN - Milîtanên rêxistina Eş-Şebab li herêma Puntlanda Somaliyê êrişî baregeha leşkerî kir, sivîl jî di nav de nêzî 70 kes hatin kuştin û bi dehan kes jî birîndar bûn. Berpirsê leşkerî yê Somaliyê Ehmed Mohamed diyar kir ku milîtanên rêxistina Eş-Şebabê bi çekên giran û bi wesayîtên bombebarkirî êrişî baregeha leşkerî ya herêma nîv xweser a Puntlanda Somaliyê kirin. Ehmed Mohamed da zanîn ku hejmara kuştiyên baregehê hê tam bi teqez nehatiye tespîtkirin, lê li gorî doneyên destpêkê sivîl jî di nav de nêzîkî 70 kesan jiyana xwe ji dest dan û bi 10'an sivîl û leşker jî birîndar bûn." Yek ji şahide bûyerê Muhammed Said jî anî ziman ku rewşa li cihê bûyerê gelekî tirsnak bû, êriş kêliyeke ku texmîn nedikir pêk hatiye. Rêxitina Eş-Şebabê jî di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku wan di êrişê de 61 leşkerên somalî kuştine û gelek wesayît û cebilxaneya artêşê bi dest xistine.