Ji 4 welatan li dijî Qatarê belavoka hevpar 2017-06-09 09:22:28 NAVENDA NÛÇEYAN - Erebistana Sûidî, Emiriyên Ereb ên Yekbûyî, Bahreyn û Mesrê 59 kes û 12 saziyên li Qatarê "terorîst" îlan kir. Di lîsteyê de serokê ruhanî yê Birayên Misilman jî heye. Edebistana Sûidî, Emiriyên Ereb ên Yekbûyî, Bahreyn û Misrê belavokekî hevpar weşandin. Di belavokê de 59 kes û 12 saziyên li Qatarê wekî ku têkîliya wan bi "terorê" re heye hatin pênasekirin. Reutersê daxuyand ku di lîsteyê de serokê ruhanî yê Birayên Misilman û serokê Yekîtiya Alimên Misilman ên Cihanê Yusuf El Karadavî jî heye. Di daxuyaniyê de tê gotin ku rêveberiya Dohayê li dijî terorê berpirsyariyên uk dikeve li ser milê wî bi cih neaniye. Di belavokê de tê gotin ku ev kes û saziyên navborî li Qatarê ne yan jî li vî welatî dijîn, di rojên pêş de dê nav û saziyên din jî li lîsteyê bên zêdekirin. Di lîsetya ku hat aşkerakirin de navê Mehdî Haratî yê dema serokomar Tayyîp Erdogon çûbû serdena birîndarên Mavê Marmarayê, Erdogan ji maçê kiribû jî heye. Li gorî nûçeya Reutersê jibilî Karadavî karsazên bi nav û deng ên welat û siyasetmedar jî hene. Di lîsteyê de 59 kesên ku navên wan hene ji wan 26 ji Misr, 18 ji Qatar, 5 ji Lîbya û 3 jî welatiyên Quveytê ne û ji Urdunê 2, ji Bahreynê 2, ji Erebistana Sûidî, Yemen û Emiriyên Ereb ên Yekbûyî jî yek kes hene.