Îran: Li pişt êrîşê Erebîstana Siûdî heye 2017-06-14 10:58:47 TAHRAN - Şewirmendê Serokê Meclîsa Şûraa Îslamî ya Îranê Huseyin Emîr Abdullahiyan, diyar kir ku li pişt êrişa li dijî meclîsê ya Tahranê destê Erebîstana Siûdî heye. Şewirmendê Serokê Meclîsa Şûraa Îslamî ya Îranê Huseyin Emîr Abdullahiyan, têkildarî êrîşa li dijî meclîsa Tahranê pêk hat di hesabê twîtterê de daxuyanî da. Abdullahiyan, diyar kir ku li pişt êrişa li dijî meclîsê ya Tahranê destê Erebîstana Siûdî heye. Abdullahiyan di daxuyaniyê de wiha got: "Serokê Serwisa Îstîxbarata Riyadê Bender Bin Sultan, di sala 2013'an de êrişa terorê ya li dijî Sefaretxaneya Îranê ya li Beyrutê bi rêve biribû. Niha dîsa rêveber û şikdarê êrîşa Tahranê Riyad e. Duh jî Serfermandarê Artêşa Muhafizên Şoreşê Tumgeneral Muhammed Ali Caferî diyar kiribû ku êrîşa li dijî Tahranê bi destê Erebîstana Siûdî pêk hatiye.