YE beriya Yekîtiya Gumrikê dibêje demokrasî û mafê mirovan 2016-12-07 10:49:42 BRUKSEL - Ji Tirkiyeye ku bi koçberan gefê li YE'yê dike, vê carê Yeketiya Gumrikê hatine bibîranîn. Siyasetmedarên Ewropayê yên ku piştgirî dan sekinandina muzakerayên bi Tirkiyeyê re, dixwazin Yeketiya Gumrikê bi şertê "demokrasî û mafê mirovan" ve girêbidin. Tirkiye ku dixwaze Yeketiya Gumrikê bi Yekîtiya Ewropayê re nû bike, siyasetmedarên Ewropayê ku dixwazin muzakereyên bi Tirkiyeyê re bên rakirin û ji bo Yeketiya Gumrikê jî dixwazin binpêkirinên mafan û demokrasiyê yên li Tirkiyeyê bi dawî bibin. Komîsyona YE, plan dike sala bê ji bo Yeketiya Gumrikê bi Tirkiyeyê re reforme bike muzakereyan bide destpêkirin. Lê ji ber îtîrazên bilind dibin di mijara nîqaşa vê de pirs derdikevin holê. 'DIVÊ TAWÎZ JI HIKÛMETA TIRKIYEYÊ RE NEYÊ DAYÎN' Siyastmedar û Parlamenterê Partîya Civaka Demokratîk (SPD) a Almanyayê Dorothee Schlegel, ji DW Tirkî re axivî û bertek nîşanî binpêkirinên maf û deomkrasiyê da û wiha got: "Divê YE bertekek xurtir nîşanî tirkiyeyê bide. Hêviyên Tirkiyeyê yên ji Yeketiya Gumrikê ji bo YE kozek mezine. Dema şertên roja îro li ber çavan bê girtin, di pêngava ji bo berfirehkirina yeketiyê de dê peyamek şaş ji Tirkiyeyê re were dayîn. Divê di bin van şertan de tawîz ji hikumeta tirk re neyê dayîn. Divê destpêkê OHAL bi dawî bibe. Divê Tirkiye dawî li şîdeta xwe ya li başûrê rojhilat bîne. Divê rojnameger û parlamenterên HDP'ê yên girtî bên berdan. Heta Tirkiye venegera zemîna demokrasiyê û bi riyên demokratîk bi hilbijêran re diyalogê nedeyne divê reforma Yeketiya Gumrikê pêk neyê." Siyasetmedarên Ewropayê ku dihizirin ji bo demokrasî û mafê mirova Yeketiya Gumrikê dikare li dijî Tirkiyeyê wekî kozekê bê bikaranîn lê derdorên aboriyê ji vê bangê re biendaze nêz dibin. Cigirê Serokê Beşa Têkiliyên Aboriyê yên Derve yê Enstîtuya Lêkolîna Aboriyê (Ifo) Dr. Erdal Yalçin, anî ziman ku dê zextên boriyê rê li ber îstîkrasiziyê veke û wiha pêde çû: "Ne nûkirina Yeketiya Gumrikê û zextên ji bo vê tên kirin dê rê li ber pirsgirêkên mezin ên li tirkiyeyê veke. Welatekî ku di pêvajoyek zehmet re derbas dibe, bi zextên îktîsadî bêhtir îstîkraskirinê ne ji bo Tirkiyeyê ne jî ji bo Ewropayê sûd nade. Ger Yeketiya Gumrikê neyê reforme kirin, dê cîhana aboriyê dê pirsgirêka hevsengiyê derbikevin. Ev pirsgirêk tenê bandorê li ser şîrketên Tirkiyeyê nake dê bandorê li ser şîrketên Bosch ên Ewropayê ku li Tirkiyeyê ne bike." 07.12.2016 - 10:44:43